Malbat li Soma nobeta edaletê digirin 2018-07-10 10:01:38   MANÎSA – Malbatên kesên di komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dan, piştî doz taloq kirin, dest bi nobetê kirin. Parêzer û malbat dixwazin biryarek ku cemawerî tetmîn bibe bê dayîn.    Li navçeya Soma ya Manîsayê di kana komirê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabû.  Têtikdarî facîayê 5 jê girtî 51 kes tên darizandin. Di 13’ê Gulana 2014’an de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê tê dîtin. Danişîna ku duh hat dîtin bi sedema endamekî heyetê nexweş ket taloqî sibê (11 Tîrmeh)  kirin.  Li ser vê yekê malbat û parêzerên malbatan dest bi nobetê kirin.    Dayika karkerê madenê Elmas Kaya, bertek nîşanî helwesta heyetê da û got: “Ez li vir piştî vê sekna nadgehê dizanim dê biryarek çawa bidin."    BÊ HÊVÎ DIHÊLIN    Hevsera karkerê madenê Hakki Dogan Sal, Gulizar Sal, “Wisa difikirin ku birina wan qalik girtiye. Na ne wisa ye. Bê wate ye ku dozê heta îro berdewam dike. Li heviya çine nizanim. Mirovan di navbera hêvî û bêheviyê de difetisînin. Dixwazin mirovan bê hêvî bihêlin. Ger ku em heviyên xwe winda bikin em dê bimirin."      Hevsera Karkera madenê Erdogan Kose, Gulfidan Kose jî anî ziman ku dê hat dawî têbikoşin û kesek tenê bimînin jî dê bê vir dozê bişopînin. Em dê serî li AYM'ê û DMME'ê bidin. Heta dawî emê têbikoşin"  Dayika karkerê madenê Sadik Akdag Nurcan Akdag jî bertek nîşanî helwesta dadgehê da û got: "Ez xwîn digirim. Ez her dem li heviyê me ku kurê min dîsa were. Digot 'Dayê ez têm, ez dê sermê biqelêşim û dîsa bêm' Lê nehat."      MA / Ahmet Kanbal – Ruken Demir