Li Dersimê amadekariyên ji bo zivistanê ji niha ve destpêkirin 2018-07-10 09:12:23 DERSIM – Li gundên Dersimê yên li quntarên çiyê ku bihara wan dereng dest pê dike û zivistana wan zû dest pê dike, welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Gundî di vê germê de bi tirpanê giya didirûn û paşê van giyayan davêjin patosê û dikin ka.  Li Dersimê ji niha ve amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Nemaze jî li gundên ku li quntarên çiyê ne, welatiyên sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê kirin. Çimkî li van gundan zivistan dijwar e. Li gundê Kurdesy ê navçeya Pulur a Dersimê welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin bi tirpanê giya diçinînin û paşê wan davêjin patosê û dikin ka. Paşê kaya ku çêdikin dixin kîsan û dixin axuran.    Şêniyê gund Bariş Gunduzkara, anî ziman ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin û wan ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kiriye. Gunduzkara, diyar kir ku wan çil donim giya daniye û ew ji sibehê heta êvarê vî giyayî diçinînin. Gundizkara, da zanîn ku ji ber zivistana herêma wan dijwar e ew zivistanê nikarin heywanên xwe derxin derve û got: "Li Dersimê tenê em bi sewalkariyê debara xwe dikin."    XEBATEKE KOLEKTÎF    Gunduzkara, bilêv kir ku li gund xebateke kolektîf heye û gundî bi hev re amadekariyên ji bo zivistanê dikin. Gunduzkara, anî ziman ku ew li gundê xwe ne û ji ber vê karê ku dikin çi qas zehmet be jî kêfxweş in.