Xwest Ozkanê nexweşîna koahê lê peyda bûye, bê berdan 2018-07-10 09:10:54 STENBOL - Sabrî Ozkan xwest birayê wî Omer Ozkanê 68 salî ku nexweşîna koahê û dil lê peyda bûye, bê berdan.  Di 28'ê Nîsanê de polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Gungoren a Stenbolê. Di avêtina ser avahiya partiyê de Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de 41 kes hatin binçavkirin. Li emniyetê 31 kes piştî îfadedayînê hatin berdan û Çîçek jî di nav de 10 kes hatin girtin. Piştî îdianame hat qebûlkirin Çîçek jî di nav de 8 kes hatin berdan. Lê belê Hevserokê HDP'a Gungorenê Omer Ozkan ê 64 salî û nexweşîna koahê lê peyda bûye û 2 kesên din nehatin berdan. Ozkan di Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê de ye. Malbata wî xwest Ozkan bê berdan.    64 SALÎ YE Û NEXWEŞÎNA KOAHÊ LÊ PEYDA BÛYE    Sabrî Ozkan, birayê Omer Ozkan, anî ziman ku nexweşîna koahê û dil li birayê wî peyda bûye û 4 meh berê wekî ehvserokê HDP'a Gungorenê hatiye hilbijartin. Ozkan, bilêv kir ku 8 sal in kekê wî nexweş e û got: "Birayê min ji dilê xwe nexweş e û nexweşîna koahê pê re heye. Nikare di cihên girtî de zêde bimîne. Her wiha 6 salên dawî ye ku bi awayekî rêk û pêk dermanan dixwe. Li girtîgehê jî ji ber ku rapora wî heye dermanên xwe dixwe."    Ozkan, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo tenduristiya kekê wî nebaş e û ji ber bê hewa ye ji bo nexweşîna koahê qet enbaş e. Ozkan, da zanîn ku dema kekê wî Ozkan hatiye girtin li qawîşeke ku kapasîteya wê 12 kes in lê 41 kes lê dimînin hatiye bichkirin û got: "Li cihekî nehîjyenîk dimînin. Di warê xwarin û vexwarinê de prisgirêk hene. Bi her awayî cihekî bi porblem e. Yanî li qawîşeke ku divê 12 kes lê bimînin, lê 41 kes lê dimînin. Paşê ev hejmar daket 35 kesan."    ‘NIKARE DI CIHÊN GIRTÎ DE BIMÎNE'    Ozkan got: "Ji ber nexweşîna xwe tim dermanan dixwe. Li girtîgehê her çend hin pirsgirêk rû bidin jî bi awayekî dermanan didinê. Lê fobiya kekê min Omer a li cihê girtî heye. Nikare zêde li cihên girtî bimîne. Nikare li rîngên ku wî ji ber hin sedeman siwar dikin bimîne. Kekê min ji bo danişîna wan ku dê di 2'yê Tebaxê de pêk bê û ji bo li rîngê neyê siwarkirin daxwazname nivîsand. Lê em nizanin dê girtîgehê li gor vê yekê tev bigere an na. Eger biryareke li gor vê yekê neyêd ayîn dê kekê min neçe dadgehê."    Ozkan, destnîşan kir ku ew dixwazin kekê wî rojek berî rojekê bê berdan û edalet pêk bê.    MA / Sadiye Eser