5 sal in ruxsetê nadin kooperatîfa ku gundiyan ava kirin 2018-07-10 09:08:53 ERDEXAN - Li Nehiyeya Xoçvanê 21 gundî bi hevkarî Kooperatîfa Xoçvan-Haskoyê ava kirin, lê Îdareya Taybet a Bajêr a Erdexanê ruxsetê nade kooperatîfê. Serokê kooperatîfê Vahît Dûrsûnoglû, diyar kir ku ew wisan difikirin ku ji ber sedemên siyasî ruxsetê nadin wan.  Li Erdexanê ji bo pirsgirêkên welatiyan ên di warê hilberandina şîr de û mexdûriyeta ku ji ber banderên selefxur xwe didin der bên çareserkirin, li Nahiyeya Xoçvanê gundiyan bi tevkarî Kooperatîfa Pêşveçûyînê ya Xoçvna-Haskoyê ava kir, lê belê Îdareya Taybet a Bajêr a Erdexanê ruxsetê nade kooperatîfê. Kooperatîf 10 sal berê hatiye avakirin, lê Îdareya Taybet a Bajêr 5 sal in ruxseta vekirina ji bo cihê kar nade kooperatîfê. Serokê kooperatîfê Vahît Dûrsûnoglû, destnîşan kir ku ew wisa difikirin sedema vê yekê ji ber hin sedemên siyasî ye.    'DIVÊ EM FIRSENDÊ NEDIN SELEFXURAN'    Dûrsûnoglû, da zanîn ku wan bi 7 kesan kooperatîf ava kiriye û xizmeta 21 gunda dikin û armanca wan a sereke ew e ku firsendê nexin destê selefxutan. Dûrsûnoglû, anî ziman ne dewletê ne jî endamên wan destekê nadin wan û got: "Ev herêm herêma sewalvaniyê ye. 8 mehên wê zivistan e. Dema zozanan şîr zêde ye. Em şîr didin banedaran û bandera şîr bi erzanî dikirin. Niha kîloya şîr bi lîre û 5 qurişî ye, lê welatî bi lîreyekê didin. Ji ber ku em kooperatîf in em bi lîre û 10 qurişî didin. Dewlet destê nade. Îsal kooperatîf dixisire. Niha em bi derfetên xwe li ser piya disekinin."    ‘EM Ê KOOPERATÎFBÛYÎNÊ BERBELAV BIKIN'    Dûrsûnoglû, destnîşan kir ku ji bo hilberandinê çend projeyên wan hene, lê niha li pêşberî wan astengiyên burokratîk hene. Dûrsûnoglû, da zanîn ku Îdareya Taybet a Bajêr 5 sal in ruxseta birêvebirina cihê kar nade wan û got: "Em wisa difikirin ku ev ji ber sedemên siyasî ye. Em ê ji gel re wateya kooperatîfbûyînê vebêjin. Em ê kooperatîfbûyînê berbelav bikin. Niha em lîtreya şîr bi lîre û 10 qurîşan didin gel. Em bi lîre û 25 qurîşan jî teslîmê malan dikin. KDV'ya wê, karkeriya wê hemû aîdê me ne. Eger gel hinekî li ber xwe bide, dikare lîtreya şîr bi lîre û 70-80 qurişî bifiroşe."    Dûrsûnoglû, anî ziman ku li Erdexanê pergala "avansê" heye û got: "Ev avans salekê berê tên belavkirin. Mesela di 25'ê Tebaxê de serdema şîr diqede. Di meha Îlonê de avansê li gundiyan bela dikin. Dema avans bê dayîn banedar şîr bi erzanî dikirin. Dema tu avansê nestînî an jî di meha Çileyê de bistînî fiyetê şîr biha dibe. Kooperatîf lîtreya şîr bi lîre û 10 qurîşan dide. Kesên ne endam jî bi lîreyekê firotine. Li hin gundan bi 90 qurîşî jî hatine firotin. Feydeya kooperatîfê zêde ye, lê em dikin nakin em vê yekê nikarin ji gel re vebêjin. Eger li vira em hilberînê nekin dê banedar şîr bi erzanî bikirin. Ji bo hilberîn pêk bê, em li benda desteka endama ne. Eger hilberandin çênebe, dê şîrê di dest me de bi eranî bikirin."    'RUXSETÊ NADIN'    Endamê kooperatîfê Guner Yilmaz jî, bi bîr xist ku 10-15 roj şûn de dê cotkar dest bi firotina berhemên xwe bikin û got: "Ruxseta birêvebirinê nadin kooperatîfê. Nizanim dewlet ji bo çi ruxsetê nade. Eger ruxseta me bê dayîn, dê gel bi awayekî palûteyî xwe bi xwe hilberînê bikin û dê qezenc bikin. Divê kooperatîfa me bi awayekî çalak tev bigere û vê rewşê çareser bike."    MA / Mujdat Can