Civaknas Arslantaş: Hikûmet bi darvekirinê hişmendiya xwe derdixe holê 2018-07-08 10:47:15   AMED - Civaknas Şeyma Arslantaş bal kişand ser kuştin, tundî û îstîsmarên zayendî yên li ser jin û zarokan ên li Tirkiyeyê zêde dibin û got: “Ji ber kujer cezayê heq dikin li wan nayê birîn, bûyerên wiha  zêdetir dibe. Darvekirin jî, hişmendiya teşegirtina hikûmeta AKP’ê ya derdikeve holê ye.”   Li Tirkiyeyê her roja derbas dibe bûyerên kuştin, revandin, tundî û îstîsmarên zayendî yên li dijî jin û zarokan zêdetir dibin. Hikûmeta AKP’ê li şûna polîtîkayên çareseriyê, cezayên dervekirin û xesandinê dixe rojevê. Civak li dijî van polîtîkayên hikûmetê ku her roj tundî, îstîsmar û kuştinên jin û zarokan zêdetir dike, bi bertekin. Civaknas Şeyma Arslantaş, êrîşên li ser jin û zarokan ên zêde dibin û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên darvekirin û xesandinê nirxand.      ‘QANÛNÊ JI MAFÊN MIROVAN DÛR NE ÇARESERÎNE’   Arslantaş, diyar kir ku di demên dawiyî de ligel zêdebûna kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê întîxarên jinan jî zêde bûne û wiha axivî: “Li gorî îstatîstêkên li Tirkiyeyê, di mehekê de 30 jin tên kuştin. Zêdebûna îstîsmarên jin û zarokan yekemîn berpirsiyariya hikûmetêyê. Pêşnûmeyên lêkolîn kirina bûyerên wiha yên HDP û CHP’ê bi dengên hikûmetê hatin redkirin. Hikûmeta AKP’ê hewl dide li ser ol teşe bide civakê.”    Arslantaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîtîkaynên ne ceza kirin faîlan, dibe sidem ku bûyerên wiha zêdetir bibin. Ger feraseta rêveberiyê ne laîk be û nirxên mafê mirovan ên bigehîn esas negire, dê mîna îro nîqaşên darvekirin û xesandinê bikevin rojevê. Ev yek bi hişmediya desthilatdar a rêvberiyê ve girêdayî ye û wina hişmendiya xwe derdixe holê. Yanî qanûnên ji mafên mirovan ên gerdûnî dûr, ne çareserîne. Ji bo rawestindina îstîsmara li ser jin û zarokan divê qadên perwerdê bên avakirin. Mirov dikare bi perwerdê nerxên gerdûnî fêrî nifşên nû bike û bi nêrîna civakî wan bi civakê bidin qezenc kirin. Gava em li pergala perwerdê ya Tirkiyeyê mêze dikin, dinava  16 slan de herî kêm 6 caran hat guhertin. Ev jî bandorek neyênî li ser nifşê nû dike.”   'DI SERDEMA AKP’Ê DE PERGALA KAPITALÎZMÊ KÛRTIR BÛ'   Arslantaş, da zanîn ku di serdema hikûmeta AKP’ê de pergala modernîteya kapitalîzmê kûrtir bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêşketinên madî yên civakan, ji yên guhertina hişmendiyê pir bi leztire. Dibe ku mirov di malên herî moderen de bijîn, lê asta guhertina hişmendiyê ne eyniye. Li dijî rewşên xerab ên tên jiyîn, rojeva ‘darvekirinê’ avakirin, bi hişmendiya hikûmetê ve girêdayî ye. Hikûmeta bi darvekirinê hişmendiya xwe derdixe holê.”   MA / Esra Solîn Dal