KCDP: Hêrsa civakê tê îstismarkirin 2018-07-08 09:08:01   STENBOL – Di meha Hezîranê de 39 jin hatin kuştin. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm, diyar kir ku sedema vê yekê zimanê şidetê û polîtîkayên tên meşandin bixwe ye. her wiha Ataselîm got, bi vekirina meclîsê re tê xwestin ku xesandina kîmyewî û darvekirin bê qanûnîkirin û bi vê yekê re hêrsa civakê tê îstismarkirin.    Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) çend rojbaerê rapora meha Hezîranê daxuyand û di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Hezîranê de 39 jin hatine kuştin. Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm, rapora meha Hezîranê û zêdebûna mirina zarokan û cinayetên jinan nirxand.    ‘ZIMANÊ ŞIDETÊ BANDOR LI JIN Û ZAROKAN KIR'    Ataselîm, bi bîr xist ku di meha Hezîranê de 39 jin hatine kuştin û 22 jin jî bi şideta zayendî re rû bi rû mane. Ataselîm, da zanîn ku gelek jinên ku hatine kuştin nehatiye hînbûn ji aliyê kê ve hatine kuştin û sedema mirina wan nehatiye tespîtkirin. Ataselîm, diyar kir ku ev rewş di heman demê de rê li ber lidetê vedike. Ataselîm, got bi vî awayî ser bûyeran bi hêsanî tê girtin û di warê darazê de jî rê li ber şik û gumanên cidî vedike.    Ataselîm, diyar kir ku di meha Hezîranê de qewimîna ku herî zêde jinan têkildar dike hilbijartina 24'ê Hezîranê ye û di vê mehê de zimanê şidetê herî zêde bandor li jin û zarokan kiriye. Ataselîm, da zanîn ku di hilbijartinê de jinên di malên hêwirandinê de ne ji mafê dengdayînê sûd negirtine û got: "Li Konyayê wekîleke jin çawa hat hilbijartin got 'em ê darvekirinê' bînin. Di vê çarçoveyê de wisa difikirim ku divê wekîl bibin berdevkê tevgera jinan. Her wiha mijareke ku cihê nîqaşê ye jî di dema hilbijartinê de Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê û Wezareta Xebbatê kirin yek. Eger hûn mekanîzmayên ku zarok û jinan diparêzin ji holê rakin, dê ev yek rasterast bandorê li civakê bike. Ev tê wateya ku qîmeteke jinê tune ye." Her wiha Ataselîm, got di meha Hezîranê de nûçeyên gelek zarokên winda bûne derketin û ew wisa difikirin ku ev ne tiştekî tesadufî ye.    ‘TÊ TOLHILGIRIYÊ FÎT BIKE'    Ataselîm bertek nîşanî hikûmetê da ku ji bo pirsgirêkên bi vî rengî xesandina kîmyewî û darvekirinê wekî çareserî dibîne. Ataselîm, destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî rengî pir talûke ne û ya ku divê hikûmet bike ew e ku dema jin û zarok sax bin wan biparêze û tevdîran bigire û qanûnên navnetewî têxe dewrê. Ataselîm,anî ziman ku Belgeya Stratejiya Dawî ya Xizmetên Parastina Zarokan heye û wan bixwe ev derxistiye û got: "Hîn ev yek bi xwe jî pêk neanîne. Em wisa difikirin ku eger ev tişt bên sepandin, dê di warê îstismarkirina zarokan de gavên cidş bên avêtin. Lê nakin. Piştî cinayetên jinan û şstismarkirina zarokan, hêrsa gel a rabûye vediguherînin amûrekê û îstismar dikin û dibêjin 'çareseriya vê darvekirin' e." Ataselîm bilêv kir ku darvekirin ne çareserî ye, dê ev yek ji nû ve bibe sedema lînçkirinan û dê tolhilgiriyê fît bike.    Ataselîm, da zanîn ku li welatên ku cezayên darvekirin û xesandinê hene, darvekirin û xesandin sûc kêm nekirine. Ataselîm, anî ziman ku cinayetên jinan û îstismarkirina zarokan ji nişkave nasekinin, divê beriya her tiştî li sedemên ku van sûcan derdîxîne holê bê fikirîn.    ‘DAXUYANIYÊN ASAYÎBÛNIYÎ ZEMÎNEKE REWA ÇÊDIKE'    Ataselîm, anî ziman ku di 8 salên dawî de 104 hezar û 531 zarok winda bûne û got: "Piştî bûyerên ku di civakê de dibin sedema hêrsbûnê daxuyaniyên wekî 'qeder, em tewekul bikin, carinan li ser hev çêdibin' tên kirin, lê ev daxuyanî asayîbûniyî zemîneke rewa çêdikin. Belê tiştên wisa çêdibin, em hemû hay ji vê hene lê ya li kesên van daxuyaniyan dikeve ew e ku ji bo rawestandina van tiştan çi kirine."    Ataselîm, anî ziman ku dê serdema nû ji bo jinan serdemeke zehmet be û got: "Serdema piştî Hezîranê hemû civakê eleqedar dike, lê herî zêde jinan eleqedar dike. Çimkî ji bo avakirina rejîmeke nû, dê pêşî berê xwe bide kesên bêhêz an jî dê pêşî berê xwe bide kesên ku difikire dê li ber xwe bidin."    Ataselîm, bilêv kir ku di dema vekirina Meclîsê de dê sereratkirin û qanûnên dijminên zarok û jina ne têxin rojevê û dê bi vê re pêvajoyeke krîtîk dest pê bike. Ataselîm got: "Lê li hemberî vê ne bêhêvî me. Teqez dê jin li ber xwe bidin. Jixwe em rê û rêbazên rawestandin îstismarkirina zarokan û cinayetên jinan dizanin. Mixabin Berdevkê AKP'ê Mahîr Unal got 'hûn dizanin di warê îstismarkirina zarokan de hesasiyeta me heye.' Ez jî dibêjim ev hesasiyeteke çawa ye? Gelo ev hesasiyet 'ji carekê tiştek dernayê' ye an, an çêkirina qanûna miftîtiyê ye, an qanûnên ku jinan hepsî malê dike, an jî polîtîkayên ku jin û zarokan piştguh dike? An jî 'em ê darvekirinê bînin û pirsgirêkê çareser bikin' e. Ev axaftin cihê nîqaşê ne û ne samîmî ne. Wisa dixuyê dema meclîs vebe em ê li ber derî bin."    MA / Necla Demir