Pekoz: Em ê ji bo azadiya gel û baweriyan bitêkoşin 2018-07-08 09:01:24   EDENE - Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, diyar kir ku divê hemû gel û bawerî bi awayekî azad bijîn û ew ê ji bo vê yekê li parlementoyê û kuçeyan bitêkoşin.    Li Tirkiyeyê gel û bawerî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, diyar kir ku ji bo ev rewş ji holê bê rakirin ew ê li parlementoyê bitêkoşin. Pekoz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek gel û bawerî hene û pirsgirêkên hemûyan xweser in. Pekoz, bilêv kir ku ew dixwazin bi gel û baweriyên cuda re li konferansan bên gel hev û van pirsgirêkan ji devên wan bibihîzin.    ‘DIVÊ EM JIYANÊ AVA BIKIN'    Pekoz, destnîşan kir ku ji ber ferasetiya tekparêz a dewlet gel bi awayekî azad najîn û ev feraset bi rêzgirî nêzî çand û zimanê gelan nabe. Pekoz, bilêv kir ku pirsgirêka sereke ya gelan ew e ku îktîdar tekparêziyê li gelan ferz dike û tekane çareseriya pirsgirêkê ew e ku ev feraseta tekparêz bê pûçkirin. Pekoz, diyar kir ku ji bo avakirina civakeke ku gel bi awayekî azad bi ziman û çanda xwe bijîn, divê bi hev re jiyanê ava bikin.    ‘EM Ê TEVÎ GEL ÇARESER BIKIN'    Pekoz, diyar kir ku gel û bawerî "çawa bixwazin tev bigerin" ew ê li gor wê hewl bidin û got: "Divê pêvî gel û bawerî niqaş bikin ka dixwazin xwe çawa bibînin û paşê divê em vê yekê bikin pirtûkçeyek. Em ê pirsgirêka wan tespît bikin û paşê ji bo vê yekê li Meclîsê tev bigerin." Pekoz, anî ziman Meclîs ji bo vê yekê têr nake û got: "Di serdema din de gelek pçşniyaznameyên hevalên me esas nehatin girtin. Loma ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bi gel û baweriyan re nîqaş bikin û ji bo vê hewl bidin."    ‘EM Ê NEWEKHEVIYÊ JI HOLÊ RAKIN'    Pekoz, diyar kir ku ji ber Serokatiya Karên Diyanetê li gorî mezheba Henîfîtiyê ya Sûnnîtiyê xizmetê dike, li Tirkiyeyê di warê baweriyê de azadî tune ye û got: "Ji bo azadiy baweriyî beriya her tiştî divê kontrolkirina dewletê tune be. Divê bawerî li gorî cemaetên xwe bên birêvebirin. Li welatê me tenê xizmet ji bo mezheba Henîfîtiyê heye. Dewlet bi sedan personelî peywirdar dike. Lê belê ji bo olên din xizmetê nake."    ‘TEKPARÊZÎ HEYE'    Pekoz, destnîşan kir ku azadiya baweriyî berfireh e û got: "Heta ku mudaxileiya dewletê hebe dê azadiya baweriyî pêk neyê. Çimkî dewlet tekparêziyê ferz dike. Di nav vê pergalê de ne mimkun e ku mirov behsa azadiya baweriyî bike. Em ê vê newekheviyê ji holê rakin. Ji bo hemû gel û bawerî bi awayekî azad bijîn em ê li parlementoyê û kuçeyan bitêkoşin."