Derûnas Gullu: Ji bo zarokên tên îstismarkirin nêzîkatiyeke hesas divê 2018-07-07 09:11:40   ENQERE/STENBOL - Derûnas Belgîn Ustun Gullu diyar kir ku ji bo zarokên ku tên îstismarkirin nêzîkatiyeke hesas nayê nîşandan û got: "Divê dê û bav li pişt zarokên xwe bin." Derûnas Ûmût Tarhan jî, destnîşan kir ku divê çareseriyeke mayinde û civakiyî bê peydakirin.    Li Tirkiyeyê bûyerên îstismarkirin, tacizkirin, tecawizkirin û şidetê yên li hemberî zarokan zêde dibin. Hikûmeta ku ji bo vê rewşê tu tevdîran nagire, careke din "qanûna xesandina kîmyewî" xist rojevê. Lê belê derûnasan got, darvekirin û xesandina kîmyewî vê pirsgirêkê çareser nakin.    ‘DARVEKIRIN Û XESANDIN NE ÇARESERÎ YE'    Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Derûnas Ûmût Tarhan, diyar kir ku li Tirkiyeyê şideta û îstismarkirina li hemberî zarokan zêde ye û hikûmeta ku Danezana Mafên Zarokan a Navnetewî îmze kiriye tu tevdîran angire. Tarhan, anî ziman ku divê ji bo zarokên ku mafên wan ên perwerdehiyê hatine desteserkirin, bi zorê hatine zewicandin û tên îstismarkirin tevdîr bin girtin. Tarhan, anî ziman ji bo vê yekê darvekirin û xesandina kîmyewî çareseriyê peyda nakin.    Tarhan, anî ziman ku cezayên ji bo şideta li ser zarok û jinan tên dayîn kêm in û ev yek dibe sedema teşwîqkirina vî tiştî. Tarhan, destnîşan kir ku heta di warê hiqûqî de tevdîrên devjêberdana vê yekê neyên girtin, dê nîqaşên darvekirinê ku ferd hedef digirin nebe xwedî bandoreke devjêberdanê.    ‘ÇANDA TECAWUZKIRINÊ ÇÊBÛYE'    Tarhan diyar kir ku polîtîkayên dewletê bandorê li civakê dikin û got: "Nêzîkatiyên ku dewlet di nav pergala xwe de nîşan dide xwedî roleke cidî ne. Hin wezîran got 'ji carekê tiştek dernayê', 'Ya hatiye tecawuzkirin bila welidîne, heke bivê dê dewlet lê binere.' Daxuyaniyên bi vî rengî cesaretê didin sûcdar. Dema em li daneyên dîroka Tirkiyeyê dinerin, çandeke tecawizkirinê ku ji feraseteke tê cesaretkirin pêk hatiye. Li cîhanê di warê îstismarkirinê di rêza sêyemîn de ye, lê ji bo vê yekê polîtîkayeke wê ya tevdîrgirtinê jî tune ye. Tu hikûmet wezareteke ku zarokan biparêze, îstismar û şidetê astneg bike ava nekiriye. Hikûmet hin sozan dide, lê belê di pratîkê de tu tiştî nade der. Ji bilî saziyên civaka sivîl û kesên bîbir tu kes ji bo vê yekê tev nagere."    'DIVÊ DEMILDEST TEVDÎR BÊN GIRTIN'    Tarhan anî ziman ku bi KHK'ê girtina komeleyên wekî Gundem Çoçûkê rê li ber berhevkirina daneyên derbarê sûcan de hatiye girtin û got: "Divê ji bo zarokan toreke hêzdar a psîko-sosyal, navendên rehabîlîtasyonê û ji bo daxilî jiyana civakî bibin xebat bên kirin. Lê belê di tu partiyê de hewldaneke bi vî rengî tune ye."    Rêvebera Komeleya Derûnasên Tirk Belgîn Ustun Gullu, diyar kir ku di demênd awî de bûyerên bi vî rengî zêdetir bûne û li hemberî van kirinan bertek û hêrsek xwe dide der. Gullu got: "Bûyerên bi vî rengî derûniyeke din li zarokan peyda dike. Di civakêde bertek hene. Lêd ivê ev bertek me ber bi çareserkirinekê ve bibe. Divê di warê derûnî de em gel, mirovan rihet bikin."    ‘MESELE JI MALBAT Û CIVAKÊ DEST PÊ DIKE'    Gullu, destnîşan kir ku mesele ji malbat û civakê dest pê dike û divê ewilî malbat û civak ji bo gihandina zarokekî baş bên perwerdekirin. Gullu divê mirov biçe cem zarokên kesên îstismarê dikin û dest bi vî tiştî bike. Gullu got: "Guherînên di malbatê de yên di demên dawî de, rê li ber van bûyeran vedike. Em ji hev dûr ketin, zarok bi tenê man. Guherînin di warê civakî-çandî de... Tesîra evana hemûyan heye. Divê xebat di nezda civakê de bên kirin. Teqez divê li ser psîkopatolojiyê bê sekinandin. Li hemberî kesên îstismarê dikin hêrsa civakê gelekî zêde ye. Darvekirin, xesandin... Ma ev çareserî ye? Divê em li vê yekê binerin."    Gullu destnîşan kir ku "darvekirin, xesandin û zêdekirina cezayan" çareseriyê peyda nakin û got: "Tenê ne li hemberî zarokan, li hemberî jinan jî şidet heye. Bi giştî hêrsa mirov li hemberî mirov heye."      Gullu domand: "Em nikarin bêjin şideta dewletê ya li hemberî zarokan bi tena serê xwe ev yek afiran. Hêrsbûyîn heye. Divê ev hêrsbûyîn bê çareserkirin, divê hest biaxivin. Civaka me civakeke ku kêm hestên xwe bilêv dike. Dibe ku mirov li hemberî mirov hêrsadr be, dibe ku mirov li hemberî dewletê hêrsdar be. Lê êdî em ketine rewşeke wisa hestên me naaxivin. Êdî em nikarin behsa zayendîbûnê bikin. Guherînin di şert û mercên jiyanê de, pirsgirêkên di asta civakî-aborî de û gelek tiştênd in, li ser vê yekê xwedî bandor in."    'DIVÊ MEXDÛR BÊ DESTEKKIRIN'    Gullu diyar kir ku ji bo zarokên ku tên îstismarkirin nêzîkatiyeke hesas diêv û got: "Divê li ser mexdûr bê sekinandin. Divê malbat destekeke baş bide mexdûr. Divê dê û bav ji bo mexdûran netirsin, xwe ji vê yekê dûr nexin û pişta zarokên xwe bigirin. Bi vî awayî mexdûr dikare ji derheqê vê pêvajoyê derkeve."