'Îdareya girtîgehê fiyetên pirtûkan dike du qat û difiroşe girtiyan' 2018-07-07 09:10:10 STENBOL – Pirtûkên ku ji derve ji girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê re tên şandin, nadin girtiyan. Hat îdiakirin ku pirtûkên ku girtî dixwazin, îdareya girtîgehê bi fiyetekî du qat zêdetir didin girtiyan.    Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, di 23'yê Sibatê de biryar girt ku ji bilî pirtûkên dersan, ew ê tu pirtûkên ji derve ji bo girtiyan tên şandin nedin wan. Li ser daxwaza girtiyan, parêzeran li Dadweriya Înfazê ya Antalyayê îtiraz kir. Lê belê Dadgeha Ceza ya Giran a 1'an a Antalyayê îtiraz red kir. Li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da, lê belê hîn AYM'ê biryara xwe nedaye.    Her wiha hat îdiakirin ku pirtûkên ku girtî dixwazin, îdareya girtîgehê bi fiyetekî du qat zêdetir didin girtiyan.    Parêzera endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Nagehan Avçîl, rewşa heyî nirxand. Avçîl, bilêv kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi îşkenceyê ketiye rojevê, rayedarên îşkence kirine nehatine darizandin û her wiha li girtiyên hatine îşkencekirin jî cezayên dîsîplînê hatine birîn. Avçîl, diyar kir ku bi Rewşa Awarte re li girtîgehan gelek maf hatine binpêkirin û ev binpêkirin hîn jî didomin.    Avçîl, bilêv kir ku îdareya girtîgehê li ser girtiyan polîtîkaya çewisandinê bi rê ve dibe û yek ji van polîtîkayan jî nedayîan pritûkan e. Avçîl destnîşîn kir ku girtîgeha ku bi rêbazên zorî nikare girtiyan bitepisîne, vê carê hewl dide girtiyan ji pirtûkan drû bixîne.    Her wiha gîdareya girtîgehê ji bo rojnameyên ku girtî dixwazin jî got: "Li vê derdorê ev rojname nayên firotin. Bawer nakim ku bayiyên van rojnameyan bifiroşin tu karî bikin. Nikarin li van deran kar bikin."    PIRTÛKÊN KURDÎ HATIN DESTESERKIRIN   Avçîl, anî ziman ku girtiyên siyasî ancax 2 mehan carekê dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê çêbikin û got: "Dema girtî dibêjin 'ji ber çi wisa tê kirin', ji wan re dibêjin 'eger hûn biçin qawîşên serbixwe em ê we têxin qawîşên asayî.' Lig irtîgehan her cure mafên girtiyan tên binpêkirin."    Avçîl, anî ziman ku girtiyê bi navê Eyup Kiliç pirtûkeke bi kurdî nivîsandiye, lê belê îdareya girtîgehê dest daniye ser pirtûkê û nahêle bişîne derve.    Li ser vê yekê em li îdareya girtîgehê geriyan, lê bersiv neda telefona me.