‘HDP hişt ku jin polîtîk bibin' 2018-07-04 09:10:14 AYDIN- Nûnera Platforma Jinê ya Aydinê Tahsîne Saran diyar kir ku ji xeynî HDP'ê partiyên din wekî "vîtrînê" nêzî jinan dibin û got: "HDP, hişt ku jin polîtîk bibin."  Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji 600 parlemneterî 104 jê jin in. Ji nav partiyên siyasî herî zêde HDP jin şandin meclîsê. HDP'ê di vê hilbijartinê de 37 parlemneterên jin şandin meclîsê.    'JI XEYNÎ HDP'Ê PARTIYÊN DIN WEKÎ VÎTRÎNÊ NÊZÎ JINAN DIBIN'    Nûnera Platforma Jinê ya Aydinê Tahsîne Saran, diyar kir ku ji xeynî HDP'ê nêzîkatiya partiyên din a ji bo jinê di çarçoveya "bîadê" û "di civakê de cihê wê tune" ye. Saran bilêv kir ku ji xeynî HDP'ê partiyên din wekî "vîtrînê" nêzî jinan dibin û got: "Di van partiyên ku feraseta serdest a mêrî zêde heye de, jin bêtir tên eciqandin û li qadan jinan didin xebitandin."    ‘ÎKTÎDAR NAXWAZE JIN ŞIYAR BIBE'    Saran got: "Dema jin şiyar bibe dê bêtir tevkariyê li demokrasiya welat bike. Em dibînin ku ji nêviyê nifûsa welat zêdetir jin hene. Ji ber ku li Tirkiyeyê tesîra pergala feodalî heye, jin a girêdayî mêrê xwe an jî patronê xwe ye. Heta ku jin ji derheqê vê dernekevin û nebin xwedî înîsyatîf d eraseta vê îktîdarê dewam bike. loma tirsa îktîdarê ya herî mezin jin in."    'TÊKOŞÎNA JINA KURD BÛ MÎNAK'    Saran, bilêv kir ku jinên kurd pir têkoşer in û li hemû qadan di refa pêş de ne û got: "Dema ku jin polîtîk bibin di nav têkoşînê de cih digirin. HDP'ê hişt ku jin polîtîk bibin. Helbet di bernameya HDP'ê de wekheviya jinê, rêgezên ku demokrasiyê diparêzin hene. Jin çi qasî polîtîk bibin dê îktîdar nikaribe bi rê ve biçe. Di HDP'ê de daxwaza demokrasî, wekhevî û aştiyê herî zêde di hêla jinê de bilind dibe."    Saran anî ziman ku gitîng e ku li Meclîsê dengê jinê bilind bibe û got: "Piştî vê hilbijartinê wisa difikirim ku divê em ber bi îktîdara gel ve biçin. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Divê jin bêtir xwe birêxistin bikin û di hilbijartinên herêmî de temsîliyeta wan zêdetir be."   MA / Ayşe Surme