Civaknas Kayhan: Bi vekirina qehwexaneyan dê jinan ji qadê giştî dûr bixin 2018-07-04 09:08:28 STENBOL - Serokomar Erdogan beriya hilbijartinê soza çêkirina "qehwexaneyên gel" dabû. Ciivaknas Doç. Dr. Asli Kayhan diyar kir ku "qehwexaneyên gel" polîtîkayeke osmaniyan e û got: "Polîtîkayên ku jinan ji qada giştî dûr dixîne, wisa xuya dike dê li van deran bên pêk anîn."  Serokê Giştî yê AKP'ê û Serkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê soza çêkirina "qehwexaneyên gel" dabû. Ev qehwexane ewilî li Amedê hat vekirin. Civaknas Doç. Dr. Asli Kayhan vê mijarê nirxand.    POLÎTÎKAYA OSMANIYAN    Kayhan, destnîşan kir ku paşeroja qehwexaneyan xwe digihîne dema Osmaniyan û di wê serdemê de qehwexane di erka çapemeniyê de bûn, li van deran gel dihat cem hev, piranî derdorên xwendin û nivîsandina wan hebûn li van deran dihatin gel hev û li gorî wê demê bû. Kayhan, bilêv kir ku lê belê niha pêdivî bi van tiştan tune ye û got: "AKP, polîtîkayên Osmaniyan wekî weadên hilbijartinê dide, lê belê hundurê van polîtîkayan vala dike û li gorî xwe bi rê ve dibe. Jixwe qehwexane û kafeyên heyî têr dikin. Wisa difikirim ku ev yek derî taybetmendiya qehwexaneyên li taxên bejahiyî ne. Yanî li van qehwexaneyan hebûna pirtûkan tu wateyê lê zêde nake."    'DÊ JINAN JI QADA GIŞTÎ DÛR BIXÎNE'    Kayhan, anî ziman ku di civakê de qehwexane wekî mekanên ku mêr dema xwe lê derbas dikin tên pênasekirin û got: "Nemaze di 16 salên îktîdara AKP'ê de feraseta serdest a mêrî zêde bûye û êrîşkariyek lê zêde bûye. Lê di vê serdemê de wisa dixuyê ku dê polîtîkayên ku jinan ji qada giştî dûr dixîe li van deran bên pêk anîn. Îktîdara ku qadên giştî hemûyan ji bo xwe dixebitîne, dê di rojên pêş de kif bibe ka van qehwexaneyan ji bo xwe çawa bi kar tîne. Em dizanin ku AKP ji bo polîtîkayên xwe zînde bike qadên giştî ji bo xwe bi kar tîne, lê ev mekan jî nîşan didin ku dê ev mekan çawa bên bikaranîn."    Kayhan, destnîşan kir ku derbarê armanca avakirina qehwexaneyan de nîqaşên kûr nehatine kirin û got: "Dema mirov li awayê siyaseta AKP'ê dinere, wisa difikirim ku xebatên cidî hatine kirin. Bi vî awayî dixwaze kelepûra osmaniyan dewam bike, lê belê ev îktîdar dixwaze wê bîrbiriya cahiltiyê jî ji holê rabike. Lê belê dê qehwexane wekî mekanên ku li ser wê baş nehatiye fikirîn derkevin pêşiya me. Eger bi rastî jî dixwazin hin tiştan biafirînin, dikarin xebatên Şaredariya Pulurê wekî mînak esas bigirin. Mînakên wekî ku bê heq derfeta ajotina duçerxê ji bo zarokên ku pirtûkan dixwînin peyda dike. Li cîhanê mînakên bi vî rengî pir in. Gelek pritûkaxane hene. Feraseta îktîdarê ku li gelek deveran kafeyên ku pêdivî bi wan tune ye vedike, dikare pirtûkxaneyan çalaktir bike. Dema em van tiştan hemûyan tînin gel hev, wisa difikirim ku ev tenê weadên polîtîk in."    MA / Elif Çetiner