Hattîmogullari: Têkoşîn ne tenê parlamento ye 2018-06-28 10:05:56   EDENE – Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari , diyar kir ku ji bo wan têkoşîn hêj nû dest pê dike û têkoşîn ne tenê qada meclîsê ye, hemû kadên jiyanê ye û got: "Em têkoşînê tenê di sînorê meclîsê de nagirin dest. Têkoşîn parçeyekî yekpare û mezin e. Têkoşîna me ya herî mezin li dijî faşizmê têkoşîna hevpar a parastina nirxên civakê ye."    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê û Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Tulay Hatîmogullari Oruç, encama hilbijartinê nirxand û diyar kir ku ji bo wan têkoşîn hêj nû dest pê dike û wiha got: “Em di bin şertên OHAL'ê û rêveberiya KHK’yan ketin hilbijartinê. Di pêvajoya ku îktîdarê hemû çapemenî û derfetên dewletê xistine destê xwe de em ketin hilbijartinê. Em di şertên ne wekhev û ne adîl de ketin hilbijartinê. Me ev yek zanîbû. Derket holê ku em mafdar in."    Hatimogullari, anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de rastî erîşan hat û wiha got: "Di pêvaoya hilbijartinê de em rastî zext, tundî û êrîşan hatin. Alên me hatin jêkirin. Maşîneyên me rastî erîşan hatin.  Lê tevi hemû astengî û zextan partiya me bend derbas kir. HDP’ê di nava şert û mercên herî dijwar de bend derbas kir. Dema kampanya hilbijartinê me di meşand, me dizanîbû ku tenê bend ne ji sedî 10 e. Di pratîkê de ev yek derket holê."    ‘DIVÊ BI HEVRE EM TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN'   Hatimogullari, da zanîn ku ewlehiya sindoqan tune bû û wiha berdewam kir: "Girîng e ku HDP’ê bend derbas kir. Me di xebatên hilbijartinê de diyar kir ku yên bidin HDP'ê dê dengê xwe bidin aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê. Me diyar kir ku yê şer dixwaze faşizm e. Divê em hêza ked û demokrasiyê bi hevre tekoşîna xwe berdewam bikin. Divê em li dijî faşizmê têkoşîna xwe li her derê belav bikin. Em dê hewl bidin ku meclîsek demokratîk û Makeqanûnek demokratîk ava bikin. Em dê ji bo meclîsa demokratîk û qanûna demokratîk bi hev re têbikoşin. Di vê serdemê de peywira dikeve ser milê me gelek e."    ‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR'    Hatimogullari, bal kişand ser hevkarî û piştevaniya pir rengî û çandên cuda û wiha bi dawî kir: "Kesên ku ji bo HDP bendê derbas bike deng dan me di navbera me û wan de kelijandinek çêbû. Divê em şewirmendî û kelijandina xwe bêtir xurt bikin û têkoşîna li dijî faşîzmê bêtir xurt bikin. Divê em îtîfaqa demokratik, laik, azadîparêz, wekhev a ji bo Tirkiyeyek demokratîk ava bikin. Di vê pêvajoyê de peywirên nû dikevin ser milê me. Ji bo gelê me û gelê Tirkiye xebat û têkoşîn nû dest pê dike. Tekoşîn ne tenê li meclîsê ye. Ji bo me her der parçeyek têkoşînê ye."