Dayikên Aştiyê: Niha dem dema têkoşînê ye 2018-06-28 09:12:38   ÊLIH – Dayikên Aştiyê yên Êlihê, diyar kirin ku HDP'ê bi saya keda bi milyonan kesî bend derbas kiriye û gotin: "Hilbijartin qediyaye, lê nayê wê maneyê ku em ê rûnên. Dem dema têkoşînê ye. Em ê rûnenên, hûn jî rûnenên."    Dayikên Aştiyê yên Êlihê, destnîşan kir ku ligel hemû hîle û xurdeyan jî HDP'ê benda derbas kiriye û ew têkoşîna ku dayikên aştiyê di dema hilbijartinan de jî daye neqediyaye û ew ê bêtir bixebitin.    Dayika Aştiyê Muhlîse Kina, diyar kir ku ligel hemû hîle û xurdeyan jî HDP'ê bi saya bi milyonan kesî bend derbas kiriye û got: "Hilbijartin qediya, lê em ê bêhna xwe venedin. Dem ne dema rûniştinê ye, em ê ji cihê mayî dewam bikin. Êdî ji bo dawî li vê xwînê bê em ê bixebitin. Em dixwazin li ser maseyê bi axaftinê dawî li vî şerî bê. Êdî em naxwazin dayik bigirîn."    Kina, bal kişand ser çewisandinên li girtîgehan jî û bi bîr xist ku ji ber ku li girtîgehê nayên tedawîkirin girtî dimirin. Kina xwest dawî li vê siyasetê bê û got: "Di serîd e Selahattîn Demîrtaş û bi giştî hemû girtî divê demildest bên berdan. Hilbijartin qediya, lê nayê wê maneyê ku em ê rûnên. Dê ji cihê mayî têkoşîna me dewam bike."    ‘JI BO DAWÎ LI ŞER BÊ EM Ê BITÊKOŞIN'    Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn jî, anî ziman ku HDP'ê bi saya keda bi milyonan kesî bend derbas kiriye û ew ê ji berê bêtir li qadan bin û bitêkoşin. Seçkîn bang li dayikên leşker û polîsan jî kir û got: "Niha operasyonan li hemberî Qendîlê dikin. Çima ew zarok li wir bimirin. Bang li dayikên leşker û polîsan û gerîlayan tev de dikim. Werim em dest bidin destê hevdu û ji bod awî li vî şerî bê em bitêkoşin. Duh xwestin li ser xwîna leşkeran dengan kom bikin û kirin jî. Çima li ser xwîna zarokên me siyasetê dikin, divê em destûr avê yekê nedin? Çima hêstirên çavên dayikan bibin dengên wan?"    'EM Ê RÛNENÊN HÛN JÎ RÛNENÊN'    Dayika Aştiyê Elîf Tîlûktîmûr jî, diyar kir ku kurdan dengê xwe nedaye şerxwazan, daye HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş û got: "Dayikên Aştiyê tim dengê xwe dane aştiyê û dê ji niha û pê ve jî bidin. Tekane armanca me, aştî ye. Ne dema rûniştinê ye, dema têkoşînê ye. Em ê rûnenên, hûn jî rûnenên."