Tiryakî: Serfkeftin a gelê me ye 2018-06-27 10:18:55   ÊLIH – Mehmet Ruştu Tiryakî yê ji lîsteya HDP’ê ya Êlihê hat hilbijartin diyar kir ku encama serkeftina derket holê serkeftina gel .    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê bi rêjeya ji sedî 62.08 bi 181 hezar û 762 deng 4 parlamenteran derxist. Ji parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî yê nû hat hilbijartin got ku encama derktiye holê ya gel e.    ‘ME BENDÊ HILWEŞAND’    Tiryakî di destpêka axaftina xwe de spasiya hemû kesên ked dan xebatên hilbijartinê kir. Tiryakî bal kişand ser bi hezaran kadroyên HDP’ê yên girtî û got: “Tevî ku namzetê me serokomariyê birêz Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran hevalên me di zîndanan de bûn jî me vê xebatê birêve bir. Lig elek deveran em rastî êrîşan hatin. Heyetên biyanî ku hilbijartinê dişopandin hatin binçavkirin û girtin. Heta êrîşî pîrozbahiya gelê me kirin. Tevî van hemûyan bi keda hezaran me bendê hilweşand. Li gel ewqas neheqiyan jî gel xwedî li partiya xwe derket.”    ‘JI BO MAKEZAGONEK DEMOKRATÎK TÊKOŞÎN’    Tiryakî destnîşan kir ku serkeftina di hilbijartinê de derketiye holê ne ya wan e ya gelê wan e û ev tişt got: “Em ê di parlamentoyê de heta dawiyê muxalefetê dewam bikin. Li gorî dengên me sitendiye di Tirkiyeyê de em sêyemîn partiya mezin in. Em ê şev û rojên xwe bikin yek û ji bo makezagonek demokratîk têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad, birûmet û demokratîk li her deverê bidomînin.”    MA / Metîn Yoksu