‘Botaniyan şara Dayika Taybetê li erdê nehişt' 2018-06-27 09:09:05 ŞIRNEX - Parêzer Huseyîn Kaçmaz ku ji HDP'ê bû parlementerê Şirnexê, derbarê encamên hilbijartinê yên bajêr de got: "Botaniyan bersiva polîtîkayên şerî yên AKP'ê dan û şara Dayika Taybetê li erdê nehiştin."  HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Şirnexê ji sedî 70.25 deng girtin û 3 parlementer şandin meclîsê. Yek ji van parlementeran jî parêzer Huseyîn Kaçmaz e. Kaçmaz di heman demê de parêzerê Muhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) e ku li Silopiyayê dema herdu bira di xew de bûn panêzr ket mala wan û mirin. Kaçmaz derbarê encamên hilbijartinê yên Şirnexê de axivî.    ‘BOTANIYAN CAREKE DIN NÎŞAN DA KU EW LI BER ZILMÊ SERÎ NATEWÎNIN'    Kaçmaz, destnîşan kir ku AKP-MHP'ê tevî hemû zilm û çewisandinên xwe jî xwe negihandin encama ku dixwestin. Kaçmaz bal kişand ser girtina bi hezaran rêveberên HDP'ê û got: "Gel xwedî li HDP'ê derket." Kaçmaz, êşên ku di dema "qedexeya derketina kolanan" a li bajêr de rûdan bi bîr xist û got: "Botaniyan careke din nîşan da ku li hemberî zilm û çewisandinan serî netewandine."    ‘SERDEMEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DEST PÊ DIKE'    Kaçmaz, bilêv kir ku gel bi rêjeyeke dengan a reqorî xwedî li HDP'ê derketiye û bersiva polîtîkayên şerî daye. Kaçmaz, anî ziman ku ji bo wan pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kiriye û dê têkoşîna wan berdewam bike. Kaçmaz, Dayika Taybetê ku li Silopiyayê 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma bi bîr xist û got: "Em tu carî teslîmî zilm û zordariyê nebûn. Em ê ji niha û pêve jî nebin. Ev gel şara Dayika Taybetê li erdê nehişt. Ew şar ji bo hîn bilindtir bibe em peywirdar kirin."