Kekê leşkerê ku wî birin Efrînê: Derûniya birayê min xera bû 2018-06-27 09:06:16 STENBOL -  Kekê leşkerekî ku bi zorê wî birine êrîşa li dijî Efrînê, anî ziman ku derûniya birayê wî xera bûye. Kekê leşker diyar kir ku birayê wî gotiye: "Li Efrînê wehşetek rû da. Min bi çavê xwe dît ku ciwanekî 20 salî gule berda serê zarokekî 5 salî."  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO bi hev re di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî Efrînê kiribûn. Li gorî îdiayê ji ber ku li dijî operasyonê derketine bi sedan mirov hatine girtin. Her wiha hin leşkerên ku bi darê zorê wan birine Efrînê jî derûniya wan xirab bûye. Yek ji van leşkeran jî leşkereke ku i Îskenderînê leşkerî dikir. Ev leşker hem ji ber ewlehiya xwe û hem jî ji ber derûniya ku lê peyda bûye xeber neda, lê belê kekê wî tiştên ku hatien serê birayê wî vegot. Kek Ş., jî ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê nivîsandin.    ‘BI ZORÊ BIRAYÊ MIN BIRINE EFRÎNÊ'    Kek Ş., diyar kir ku wan roja ku birayê wî tezkere stendiye hîn bûne ku wî birine Efrînê û got: "Paşê em hîn bûn ku bi zorê wî birine. Hemû leşkerên li qereqolê birine. Her wiha kesên nexwestine jî ew tehdît kirine û wan birine. Wan jî bêyî dilê xwe qebûl kiriye. Kesên neçûne wek 'terorîst' û 'xayinê welat' îlan kirine."    ‘BIRAYÊ MIN BÛ ŞAHIDÊ WÊ WEHŞETÊ'    Ş., diyar kir ku piştî birayê wî ji leşkeriyê vegeriyaye êdî halîsunasyonan dibîne û derûniya wî nebaş e. Ş. got: "Li wira gefa mirinê li hemû kesan xwarine. Birayê min bi qasî du mehan li wira maye. Kes jî neçûye cem wan. Tenê çend fermandar li cem wan bûne. Fermandaran tim gotiye 'em ji bo dagirkirinê li vira ne.' Ji bo zeytûnê gotine 'ma ne şaxa kurda ye?' û wê ji kokê ve rakirine. Li wir wehşetek rû daye. Birayê min jî bûye şahidê vê yekê. Xespkirina malan, rûxandina malan, înfazkirina mirovan, tecawiz û gelek tiştên din pêk anîne. Bûne şahidên gelek tiştan. Rewşa birayê min qet nebaş e."    ‘OSO BI FERASETA XENÎMETÊ TEV DIGERIYA'    Ş., bi bîr xist wekî birayê wî gelek leşkerên din jî birine Efrînê û got: "Birayê min digot OSO barbar bû. Bi feraseteke xenîmetê tev digeriya. Tekane armanca OSO'yan ew bûye ku ji hebûna kurdan aciz bûne."    ‘GULE BERA SERÊ ZAROKÊ 5 SALÎ DAN'    Ş., diyar kir ku di dema êrîşê de leşkerên bi rutbe li paş leşkeran bûne û leşker jî şandine pevçûbnê. Ş., got: "Tiştên ku birayê min gotin hema bêje nîşaneya qirkirinê ne. Birayê min hat, xelas bû lê belê heta sax be dê tesîra wan tiştan li ser be. Bûye şahidê ku ciwanekî 20 salî bera serê zarokekî 5 salî daye. Ma ev yek hêsan e? Wekî wî gelek ciwan li wira hene. Dê ew çi bikin."    Ş., diyar kir ku dema birayê wî tezkere stendiye ew çûye birayê xwe bîne û dema çûye wî birayê xwe nas nekiriye. Ş., anî ziman ku hemû leşker mehkûmî mirinê hatine kirin, lê belê yên bi rutbe kêfa xwe kirine. Ş. got: "Birayê min got 'eger hedefa wan leşker bûnan kes ji me sax nedima. Min nedît ku bera leşkeran dane. Min nedît ku em hedef girtine. Eger em ehdef bigirtinana, em ê hemû biçûnan."    Ş., destnîşan kir ku birayê wî gotiye 'tekane aramnaca wan tunekirin bû. Dixwestin alîgirên xwe tune bikin.' Ş., diyar ku birayê wî ji bo tedawiyê nebirine nexweşxaneyê û got: "Nexweşxane jî ên wan in. ma em ê bibin kuderê."    MA / Yasîn Kobulan