Polîsan pêşî ew derb kir, paşê bi mirinê gef lê xwarin 2018-06-27 09:05:17 STENBOL - Esnaf Halîl Kolûman ê ku li Merterê bi şideta 20 polîsî re rû bi rû ma, diyar kir ku polîsan gef lê xwariye û gotine: "Eger em bixwazin em dikarin li vira te bikujin."  Li navçeya Merter a Stenbolê di 16'ê Çileya 2018'an de, Halîl Kolûmanê ku dema şîr dibir ji zarokê xwe tê li Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê re, polîsan ew derb kir. Kolûman anî ziman ku ew li navçeya Bagcilarê esnaftiyê dike, wî tevî du xizmên xwe şîr biriye ji zarokê xwe yê li nexweşxaneyê. Kolûman, anî ziman ku dema ew gihaştina Merterê di nav rê de wesayîta wan xera bûye û dema hewl daye wesayîta xwe tamîr bike polîs hatine cem wan.    'EZ Ê XERA BIKIM HÛN Ê JÎ ÇÊBIKIN'    Kolûman, bilêv kir ku polîsan ewil li GBT'ya wan neriye, lê belê tiştek jê derneketiye. Kolûman got: "Vê carê jî li hundurê wesayîtê geriyan. Ji min xwestin ez baxaja wesayîtê vekim. Min jî got baxaja wesayîtê xerabe ye, venabe. Dema baxaj venebû ji min re gotin 'qey te di hundurê baxajê de tiştek evşartiye.' Min mifte da wan. Paşê qoltixên paş şikandin. Min bertek nîşan da û got 'Çima hûnw isa dikin, çi heqê we heye hûn wisa dikin?' Wan jî got 'huş be, ez ê xera bikim tu yê jî çêbikî.' Dema min bertek nîşan da, gaza îsotan derxist û seriyek li min xist."    ‘20 POLÎSÎ LI MIN DA'    Kolûman anî ziman ku paşê wî gotiye "Ez ê biçim qereqolê giliyê we bikim" û berê xwe daye Qereqola Merterê. Kolûman got: "Dema gihaştim qereqolê, polîsên ku min ê giliyê wan bikirana rêya min birîn. Ji paş ve destê min kelemçekirin û bi zorê min li wesayîtê siwar kirin. Min anîn cihê ku wesayîta min lê xera bûbû. Li vira bêyî ku tiştekî bibêjin li min û herdu xizmên li cem min dan. Ji ber ku min bersiva wan da, nêzî 20 polîs li min dan." Her wiha Kolûman diyar kir ku polîsên ku ew derb kirine jê re gotine: "Erka me tam e, ev erk dane me. Eger em bixwazin em dikarin li vira bera we bidin û we bikujin."    Kolûman, anî ziman ku di dema bûyerê de di wesayîtê de muzîka kurdî lê diket û ji ber ku ji Mêrdînê ne ev tişt hatiye serê wan. Kolûman bilêv kir ku piştî hatine derbkirin 2 saetan hatine sekinandin û got: "Piştî derbkirinê em fikirîn ku dê me bikujin." Kolûman, diyar kir ku paşê polîs wan li wir hiştine û çûne û got: "Piştî polîs çûn rasterast min berê xwe da Qereqola Merterê. Min bi qomisêrekî li wir hevdîtin çêkir. Qomisêr got 'ez ê vê bûyerê lêkolîn bikim.' Lê belê heta niha tiştekî cuda rû nedaye."    Kolûman, anî ziman ku piştî ji qereqolêd erketiye berê xwe daye nexweşxaneyê û rapora derbkirinê girtiye. Kolûman got, wî bi rêya parêzerên xwe gilî kiritye.    MA / Necla Demîr