Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû 2018-06-16 11:42:40   RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sazaî Temellî, li Pirsûsê têkildarî êrîşa zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku çekan êrîşî esnafan kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Temellî, diyar kir ku ji roja îktîdarê biryara hilbijartinê girt ji daxuyaniyên wan ev bûyer xuya dibû û wiha got: "Tevî ku me bi dehan caran îktîdar hişyar kir û me xwest vî zimanî terk bikin jî rê li pêş bûyerek wisa vekirin û piştre martiya me kirin hedef."    Heyeta ku ji hevserokên partiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk dihatin ji bo sersaxiya malbata Şenyaşar hatin navçeya Pirsûsê. Heyetê li buroya hilbiijartinê HDP'ê ya Pirsûsê têkildarî êrîşa çekdarî ya zilamên Wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştin daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgit, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, namzetên HDP'ê yên Rihayê û gelek kesên din amade bûn.    Di civînê de ewil Namzetê HDP'ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmuş axivî û wiha got: "Ji dorpêça goristanê ya bi maşîneyên zirxî û rengê êrîşê diyar e ku ev lîstik  bi plan e. Ev bûyer bi Rihayê ne bi sînor dar e."     'ME EV FÎLM BERÊ DÎTIN'    Hevberdevka HDK'ê û Namzeta HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî axivî û wiha got: Yên serkeftina 7'ê Hezîranê hezim nekirin li Pirsûsê di 20'ê Tîrmehê de 33 ciwan kuştin. Piştre ji ber pêdivî bi lêpirsîna hewce nedîtin, li Enqereyê komkujî pêk hat. Îro dîsa beriya hilbijartinê xwîn tev li hilbijartinê kirin. Yên ku dizanin winda dikin bi enîkirinê, wêdekirinê gel raste rast bi 'terorê' tawanbar dikin. Me ev fîlm berê dîtin. Yên ku serî li vê rêbazan didin, dizanin têk çûne. Em gel û partî destûr nadin vê yekê. Em jiyana mirovan di ser her tiştî re digirin. Em jiyana mirovan di ser dengan re digirin. Lê yên dengan di ser jiyanê re digirin serî li rêbazên kuştin, gef û aloziyê didin. Divê gelê me li dijî van provakasyonan sersar tev bigerin û destûr nedin van lîstikên îktîdarê. Em beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi hevre rê li pêş vê yekê bigirin. Em êşa xwe bavêjin hundirê xwe. Çi dibe bila bibe ji bo bûyerên wisa zêde nebin em êşa xwe di hundirê xwe de bijîn. Ji hemû malbat û xizmên wan re em sersaxî û birîndaran re şifa dixwazin. Em dê van rojan derbas bikin. Em dê tu carî vê êşê ji bîr nekin."     ROJA BIRYARA HILBIJARTINÊ GIRTIN EV BÛYER DIYAR BÛ   Temellî jî herî daxû axivî û wiha got: "Ev êş ne tenê ya pirsûsê ye. Ev êş li her derê dijî. Em ji hemû malbat û xizmên wan re sersaxî dixwazin. Êşek gelek mezin e. Di roja ku biryara hilbijartinê girtin, xuya bû ku dê bûyerek wisa pêk bê. Bi dehan caran me ew ji ber zimanê wan hişyar kirin. Me xwest dest ji vî zimanî berdin. Me got ku ev ziman mirovan û civakê tînin hemberî hev. Em vê îktîdarê ku vî zimanî tercîh dike nahlet dikin. Îktîdara ku bi rêbaza tundiyê li ser hilbijêr û partiya me dixin jiyanê em nahlet dikin. Mînaka herî aşkere bûyera duh li Pirsûsê pêk hat. Ev bûyer piştî daxuyaniyên Wezîr û Serokomar derketin holê. Em baş zanin ku ev bûyer piştî gotina nifrînê yên wan ket meriyetê.   LI PIŞT VÊ BÛYERÊ LÎSTIKÊN MEZIN HENE   Em dizanin li pişt vê bûyerê provakasyonek mezin heye. Wekî bûyera 3 sal berê ya li Serêkaniyê, wekî bûyera 3 sal berê li Pirsûsê pêk hat. Îro li hemû kolanên Pirsûsê kameraya MOMESE heye. Li gel ku rastiyan lêkolîn bikin û delîlan aşkere bikin raste rast wezîr, Serokwezîr û serokomar partiya me sucdar dike. Em dixwazin bi lezgîn van delîlan ronî bikin. Hemû cîhan dizane ku rastiya vê bûyerê çiye. Lê wezîr wekî ku bûyerek pir hêsan e tev digere.    EM HEMÛ BI HEVRE RÊ LI PÊŞ LÎSTIKAN BIGIRIN   Em li vir bang li dozgeran dikin ku bi her alî delîlan kom bikin ronî bikin li lezgîn bi encam bikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku em bi hevre rê li pêş van lîstik û provokasyonan bigirin. Em bang li hemû serokên partiyên siyasî, namzetên serokomariyê dikin ku hestiyar tev bigerin û em bi hevre destûr nedin van lîstikên. Em dizanin ku armanc me têxin kemînê û ewlehiya hilbijartinê ji holê rakin. Em dizanin ku armanc bi tirsê destûr nedin ku hilbijêr biçin ser sindoqê. Lê em bi hevre mil bidin hev û vê lîstikê xera bikin. Em nekevin van kemînan û van lîstikan bi hevre xera bikin. Di serî de gelê Pirsûsê û gelê Rihayê divê xwinsar tevbigerin.     EM 3 ROJAN ŞÎN ÎLAN DIKIN   Îro cenazeyekî din jî dê li Pirsûsê bê definkirin. Bavê Celal û Delîl Şenyaşar Hacî Evset Şenyaşar jî jiyana xwe ji dest daye. Em dê ji bo wan 3 rojan şînê bigirin. Şîna me dê di 3 rojên cejnê de bidome. Em dê piştî 24'ê Hezîranê hesabê van tevan bipirsin. Bila serê hemû kesan sax be. "    Heyeta HDP'ê piştî daxuyaniyê ji bo cenazeyê bavê Celal û Adil ên birayên hev ku duh hatin defin kirin Esvet Şenyaşar defin bikin çûn ser goristanê.