Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin 2018-06-15 18:36:38   RIHA - Cenazeyên esnafên birayên hev Celal û Adil Şenyaşar, ên ku zilamên Wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekan êrîş kirin û kuştin, tevî mudaxaleya polîsan a bi TOMA û bombeyên xazê jî ji aliyê hezaran kesan ve hatin defin kirin.    Cenazeyên esnafên birayên hev Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar ên duh zilamên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi çekan li ser wan gule reşandrin û kuştin, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dîlokê, ji aliyê hezaran kesan ve li Pirsûsê hatin defin kirin. Duh Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe bi keleşan girtibûn ser dikana esnaf Şenyaşar û gule reşandibûn. Di bûyerê de esnafên birayên hev Celal Şenyaşar (35) û Adil Şenyaşar ( 30) û ji xizmên Wekîle AKP'ê Yildiz 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Xizmên Şenyaşar û rêveberên HDP'ê li gel nûnerên rêxistinên civakî bi hezaran kesan piştî cenaze ji Dîlokê wergirtin anîn navçeya Pirsûsê û ji aliyê hezaran kesan ve li goristana Pirsûsê hat defin kirin.    DENGÊ XWE NEDIN QATILAN   Dayika Celal û Adîl Şenyaşar Emine Şenyaşar di merasimê de axivî û wiha got: “Min bang li wan kir. Min got kurê min dikujin. Lê kes nehat. Tu gunehê kurê min tune bû. Kurê min li dikana xwe rûniştibûn. Kurê min digot Dengê xwe nedin van qatîlan. Ji ber ku kurê min serî li ber wan xwar nekir ew kuştin. 2 zarokên kurê min hebûn."   NEVÎ HÊSIRÊ PÎRA XWE ŞENYAŞAR PAQIŞ KIR   Keça Celal Şenyaşar ku li aliyeki digiriya, pîra xwe paqij kir û ew teselî kir. Dema cenaze hatin defin kirin girsê bê navber dirûşme berz kirin. Piştî cenaze hatin defin kirin parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş jî axaftinek  kurd kir û xwest bi serb ji goristanê belav bibin. Erdogmuş, da zanîn ku ev yek ne teslîmiyet e.    Beriya cenaze defin bikin polîsan bi TOMA û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kiribû û demek dirêj bûyer derketibûn.