Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin 2018-06-15 16:33:45 RIHA - Polîsan mudaxaleyî merasima cenazeyên birayên hev Celal û Adîl Şenyaşar ên li Pirsûsê hatin defin kirin kir. Bûyer didomin.     Cenazeyê dikandarên birayên hev Celal û Adîl Şenyaşar ên ku wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe bi çekan êrîş kirin û kuştin, dema li Pirsûsê bi girseyî dihatin defin kirin polîsan mudaxaleyî girsê kir. Piştî polîsan bi TOMA û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir bûyer derketin. Bi hezaran kesên tev li meşê bûbûn li nava zeviyan belav bûn û bûyera di navbera polîs û girseyê de didome.