Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin 2018-06-12 09:25:46   STENBOL -  Rêxistina HDP'ê li gelek bajar û navçeyan Komîsyonên Hilbijêrên Bi Tevger ava kir. Berdevkê Komîsyona Bi Tevger a Stenbolê Suleyman Başer, bang li gel kir û xwest hemû kes serî li wan bidin û dengek qedera hemû hilbijêran diguherîne.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemû bajar, navçe, tax û guhdên Tirkiye kolan bi kolan, mal bi mal xebatên hilbijartinê berdewam dike. Yek ji van xebatên hilbijartinê jî ji bo parastina sindoqan û dengdayînê ye. HDP niha jî bi armanca ku hilbijêrên nikarin biçin ser sindoqan, ji bo wan bibin ser sindoqan amadekariyê dikin. Ji bo vê yekê HDP'ê li hemû bajaran Komîsyona Hilbijêrên Bi Tevger ava kirin û hewl didin hilbijîran bibin ser sinroqan. HDP'ê li bajar û navçeyan li avahiyên HDP'ê û qadan stant danîn û xwestin kesên nikarin biçin ser sindoqan serî li wan bidin. Komisyon kesên ku serî li wan daye dê wan di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bibe ser sindoqan. HDP dê heqê rêya wan bide.    HDP, ji bo di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengek vala neçe lez daye xebatên xwe. Komisyona Hilbijêrên Bi Tevger a HDP'ê bang li hilbijêran kir û xwest hemû kes serî li wan bidin û biçin navê xwe di lîsteyê de qeyd bikin. Komîsyonê anî ziman ku dengek qedera hemû hilbijêran diguherîne.    'ME LI STENBOL 14 HEZAR HILBIJÊR TESTÎP TIR'    Berdevkê Komîsyona Bi Tevger a Stenbolê Suleyman Başer, bang li gel kir û xwest hemû kes serî li wan bidin û dengek qedera hemû hilbijêran diguherîne. Başer, anî ziman ku tevahiya Stenbolê 14 hezar hilbijêr tespît kirine û wiha got: "Me li hemû navçeyên Stenbolê komîsyonên bi tevger ava kirine. Kesên tên serî li me didin em wan li  lêpirsîna YSK'ê lêkolîn dikin. Em rewşa hilbijêran tespît dikin û li gorî wê amadekariyê dikin. Ne tenê li Stenbolê li gelek bajar û navçeyên din komisyon hatine avakirin.    Başer, herî dawî bang li hemû hilbijêrên gerok kir û xwest serî li wan bidin û dengek dikare qedera hemû hilbijêran biguherîne.    MA / Yasin Kobulan