Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim 2018-06-12 09:23:55 STENBOL - Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Abdulahkim Daş, diyar kir ku dema ew bê hilbijartin ewilî ew ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikamkî bixebite û bal kişand ser taybetmendiya HDP'ê ya piralî û demokratîk.  Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Abdulahkîm Daş, ji Êlihê ye û di sala 1992'yan de ji ber zext û zoriyên dewletê ji karmendiyê îstifa kiriye û li Stenbolê bi cih bûye. Daş, ji sala 1998'an ve serokatiya Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dike. Daş, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û daxwaza perwerdehiya ji bo zimanê zikmakî bûye namzet.    Daş, anî ziman ku tekane partiya ku ji bo nasnameyên cuda têdikoşe HDP ye û got: "Di Qanûna Bingehîn de hîn jî xala ku 'kesên welatiyên Tirkiyeyê ne hemû tirk in' heye. Eger mirovên ji nîjad û mezhebên cuda hebin, ev yek mafê wan e jî. HDP, têkoşîna demokratîk, wekhevî û azadiyê diparêze."    ‘PIRSGIRÊKA SEREKE PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE'    Daş, bi bîr xist ku pirsgirêka sereke perwerdehiya ji bo zimanê zikamkî ye û got: "Gava ewil ku divê bê avaêtin ew be ku, divê ji dibistana seretayî heta zanîngehê hemû ziman wekî zimanê fermî bên qebûlkirin. Dê gelê kurd ji bo vê yekê biçe ser sindoqan. An jî dê vebijêrkeke din deyne ber xwe. Xweseriya demokratîk dixwaze, an federasyon an jî serxwebûnê? Ev maf hemû mafên kurdan e. Di projeya HDP'ê de di nav komara demokratîk de bidestxistina statuya kurdan e. Ya girîng jî demokratîkbûyîn û asayîbûn e."    Daş, veguhastina sindoqan jî şermezar kir û got: "Îktîdar ji ber tirsa windakirinê, bikaribe li kuderê hîle û xurdeyan bike dê li wan deran tev bigere. Sindoqan vediguhêzînin gundên cerdevanan. Bi vî awayî dixwazin gel biçewisînin. Lê belê HDP bi organîzekirineke baş dikare rê li ber van hîleyan bigire."    ‘EZ Ê JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BIXEBITIM'    Daş, destnîşan kir ku dema ew biçe Meclîsê karê ku ewil bibe, dê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û berdana girtiyên siyasî be. Her wiha Daş, bilêv kir ku ji bo ku dawî li Rewşa Awarte bê jî ew ê bixebite.