‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin' 2018-06-09 09:26:12 MÊRSÎN - Şanoger Alî Sesal diyar kir ku derdorên xwedî nasnameyên cuda û bindest bi awayekî rihet xwe di HDP'ê de bilêv dikin û got: "Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin."  Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê şanoger Alî Sesal, anî ziman ku wê piştevanî bendavê derbas bike. Di heman demê de Sesal kesek LGBTÎ ye û polîtîkayên AKP'ê yên di vî warî de rexne kir.   Sesal, diyar kir ku ji ber AKP lawaz bûye, îtifaq bi MHP'ê re çêkiriye. Sesal, anî ziman ku ji ber AKP fêm kiriye dê di hiblijartinê de bi tena serê xwe nebe îktîdar îtifaqeke wiha çêkiriye. her wiha Sesal bal kişand ser "Îtifaqa Gel" jî û destnîşan kir ku êdî CHP nikare çepgiriyê bike. Sesal, bilêv kir ku divê CHP siyaseteke ku demokrasiyê diparêze bike  û got: "Niha jî ditengijin ku vê yekê ji alîgirên xwe re vebêjin. Dema em li herdu îtifaqan dinihêrin, ji bo me ya derdikeve pêş HDP ye. Dema em li profîlên namzetên wê dinihêrin jî ev yek aşkere ye. Derdorên demokrat ên dixwazin ji Tayîp Erdogan û hikûmeta AKP rizgar bibin teqez divê di tûra ewil de destê bidin HDP'ê. Divê îtiraz li girtina Selahattin Demirtaş bê kirin. Em dikarin bi dengê xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin."    Tolga Merdan jî, diyar kir ku LGBTÎ, bi awayekî sîstematîk tên çewisandin û ji ber polîtîkayên AKP'ê bûne hedef. Merdan, anî ziman ku êdî dawiya 16 salên polîtîkayên AKP'ê yên çewsîner hatiye û got: "Kî li cem me cih bigire, çi dibe bila bibe em ê jî li cem wan cih bigirin. Di vî warî de nêzîkatiya HDP'ê aşkere ye. Ev yek ji bo me girîng e."