Eliaçik Êdî kes ji cemaetên Erdogan jî bawer nake 2018-06-09 09:19:20 STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik cemaatên niha şibandin cemaetên Kapikulu û wiha got: "Cemaetên ku dişibin cemaetên Kapikulu yên serdema Osmanî, Erdogan ji wan dixwaze ku wî wekî "hevîya dawî ya ometê" nîşan didin. Lê êdî tu kes ji van cemaatan jî bawer nake û guh nadin wan."  Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 15 roj ma. Bangê cemaatê yên ji bo piştgiriya Tayyip Erdogan û AKP’ê berdewam dikin. Cemaat di bangên xwe de dibêjin “Piştgiriya Erdogan fermana Quranî Kerîm e. Erdogan hevîya ometê ya dawî ye." û hewl didin ku gel bi Erdogan ve girê bidin. Têkildarî van pêşketinan îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Eliaçik ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û anî ziman ku êdî ev yek jî zêde fêde nake.    Elîaçik, anî ziman ku cemaet piştgiriyê didin AKP'ê û Erdogan û wiha got: "Tarîkat û cemaetên dewletê xistine xizmeta Erdogan. Di serdema Osmanî de ji vana re digotin Cemaata Kapikulu. Qûl û koleyên Patîşah bûn. Bi her awayî di xizmeta patîhaş de bûn. Cemaatên niha jî li dora Erdogn û AKP'ê wisa ne. Cemaetê niha piştgiriyê aşkere didin Erdogan. Dişibin Kapikulu yên Osmanî. AKP û Erdogan wan bikar tîne û ew jî ji bo berjewendiyên xwe nêzî Erdogan dibin. Erdogan gelek ji wan zengîn kirin. Lê piştî hilbijartinê rewşa AKP’ê baş nabînin, aşkere piştgiriyê didin Erdogan. Dibînin ku Erdogan ji gel sileyek mezin xwar, ji ber vê yekê dixwazin heqê bedela xwe bidin Erdogan. Li ser daxwaza Erdogan ev cemaet van daxwuyaniyan didin. Erdogan ketiye zorê vê carê alîkariyê ji wan dixwaze. Dixwaze heqê piştgiriya xwe ji wan bistîne. Ji ber vê yekê hemûyan bi hevre daxuyanî da. Nêzî 10 cemaat û tarikat çawa bi hevre daxuyani didin? Di hilbijartina berê de dema Erdogan ji sedî 49 deng stend, we demê degn nexwest. Lê êdî kes ji banga cemaetê jî bawer nake. Mirov ji îslamê jî sar kirin. Cemaat êdî Serokomar Erdogan wekî “Heviya ometê" nîşan didin. Ev hemû derew e. Hemû li ser berjewendî û menfeetê ye. Forsê Erdogan didin. Em dibînin ku hemû welatên misliman şerê hev dikin."   Di her hilbijartinê de ol dikin maşik. Niha jî ol ji bo xwe dikin mayik. Niha di meha remezanê de dikin fitar û didin xwarin. Fitanen pir Luks didin. Di xwarinên fitaran de posterên Erdogan û AKP’ê vedikin. Wekî ku fitar milkê bavê wan e. Wekî ku misliman li ser navê wan tapokiriye. Lê hem li vê cihanê û hem jî dê li wê cîhanê sîleyek baş bixwin."      MA / Ferhat Çelik