Namzeta HDP’ê ya ciwan Guneş: Eger deng neyên dizîn ez ê biçim Meclîsê 2018-06-08 09:20:59 STENBOL – Namzeta HDP’ê ya herî ciwan Sema Guneş, diyar kir ku ji bo bibe dengê ciwan û jinan bûye namzet û got: “Di 24’ê Hezîranê de eger dengên me neyên dizîn ez ê li Meclîsê bim.”  Namzeta HDP’ê ya herî ciwan a Duzceyê Sema Guneş, hîn 19 salî ye. Guneş, li Zanîngeha Gedîkê ya Stenbolê Beşa Edaletê dixwîne. Guneş got, ji bo bibe dengê ciwan û jinan ew bûye namzet.    ‘JI BO BIBIM DENGÊ CIWANAN BÛM NAMZET’    Guneş, destnîşan kir ku ji bo ew bibe dengê ciwanan û ji ber ku HDP qîmetê dide jinê ew bûye namzet. Guneş got: “Ji ber ku HDP qîmetê dide ciwan û jinan, ev yek tesîr li min kir. Di zimanê herkesi de gotina ‘ciwan pêşengên me ne’ çû, lê herî zêde HDP vê yekê pêk tîne. Qîmeta ku HDP dide ciwan û jinan tenê ne bi gotinê ye, di pratîkê de jî ev yek heye. HDP ev bawerî li min zêde kir û loma min HDP tercîh kir.”    Guneş, diyar kir ku dema bû namzet nehiriye û got: “Ji ber ku ciwan im, diçim kuderê bertekên erênî hene. Tenê ne HDP’î, mirovên ji partiyên din jî vê berteka erênî nîşan didin.”    ‘EGER AKP NEDIZE EM Ê DI MEcLÎSÊ DE BIN’    Guneş, destnîşan kir ku ew hem xwendekar e, hem jî kedkar û karker e. Guneş, anî ziman ku heta mehek berê jî biroj di fabrîkayekê de û êvarî jî di beşa bilêtan a otobêsan de dixebitî.    Guneş, anî ziman ku ew bawer dike ku ew ê di 24’ê Hezîranê de bibe parlementer û got: “Eger li Duzceyê dengê gelê me nedizin ez ê bêm hilbijartin. Eger AKP nedize, em ê di 25’ê Hezîranê de li Meclîsê bin. Me dest bi xebatan kiriye. Ez bi ciwanan re diaxivim û sohbete dikim. Ji ber ku em ciwanên em ji zimanê hevdu fêm dikin. Li Duzceyê rêjeya xwendinê pir kêm e. Dema em li ciwanên 15-16 salî dinerin, em dibînin ku di kuaforan, di mexazeyan û înşeatan de dixebitin. Halbûkî divê ev li dibistanan bin.”    Guneş, bal kişand ser pirsgirêkên Duzceyê û got: “Her ciwanê ku derba faşîzmê xwarine, êdî fêm dikin ku dê ev rewş wisa nedome û dizane ku ev yek xelet e. Duzce hema bêje di rewşa Tirkiyeya salên 1990’î de ye. Em dikarin bibêjin ku bajareke ku ji paş ve tê. Di nav ciwanan de problema tiryakê heye. Pirsgirêka pêwendiyê heye û nêvengeke ku xwe baş îfade bikin peyda nakin.”    MA / Bilal Seçkin