Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet 2018-06-06 09:21:24 OSMANIYE - Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê karkerê înşeatê Muslum Çagan, anî ziman ku ji bo di Meclîsê de bibe dengê hevalên xwe yên karker ew bûye namzet.  Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê karkerê înşeatê Muslum Çaganê 28 salî, ji Pirsûsa Rihayê ye. Lê belê ji ber rewşa aborî malbata Çagan di sala 1988'an de li Osmaniyeyê bi cih bû. Çagan, li Osmaniyeyê hat dinê û ji ber rewşa aborî tenê dibistana seretayî xwend. Çagan li înşeatan dixebite û bi vî awayî debara xwe, hevjîna xwe û du zarokên xwe dike. Çagan, destnîşan kir ku ji bo bibe dengê bindest û kedkaran ew ji bo parlementeriyê bûye namzet.    'YA HERÎ GIRÎNG CINAYETÊN KARÎ YE'    Çagan, destnîşan kir ku karê înşeatê zehmet e. Çagan, bilêv kir tu ewlehiya kedkaran tune ye û her wiha bi heqedesteke kêm tên xebitandinû got: "Partiya karkeran HDP ye. Ji bo mafê karkeran biparêzim bûm namzetê HDP'ê."    Çagan, mdiyar kir ku yek ji sektorên hrî girîng ên Tirkiyeyê sektora îneşatê ye, lê belê di dema AKP'ê de ev sektora jî hatiye tarûmarkirin û got: "Rewşa karkeran nebaş e. Yewmiye tim eynê ne. Ne karker, taşeron qezenc dikin. Ji bo dawî li vê yekê bê bûm namzet."    ‘TEKANE PARTIYA KU MAFÊ KARKERAN DIPARÊZE HDP YE'    Çagan, diyar kir ku muameleya mirovên "dera han" bi karkeran tê kirin. Çagan, got sîgorteya karkerên îneşeatê nayê razandin û divê êdî dawî li vê yekê bê.    Çagan, anî ziman ku karker pêşeroja vî welatî ne û got: "Divê em mafê karkeran biparêzin. Eger ne ji karkeran be dê ev welat di warê bazirganiyê de birûxe. Bang li hevalên xwe yên karker û kedkar dikim. Tekane partiya ku mafê me biparêze HDP ye. Eger hûn dixwazin bi awayekî ewle û aram bixebitin, dengê xwe bidin HDP'ê. HDP partiya karker û kedkaran e. Birayê min ê karker, ji bo bibim dengê we min serî li vê riyê da. Divê teqez dengê karkeran li Meclîsê hebe. Ji bo jiyaneke mirovane em dengê xwe bidin HDP'ê, divê em bidin HDP'ê."