'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin' 2018-06-04 10:47:31 STENBOL - Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Mustafa Avci, diyar kir ku kurdên ku berê dengê xwe dan îktîdara AKP'ê piştî rastî û şaşî dîtin, dîsa li partiya xwe vedigerin. Avci wiha got: “Gelek welatiyên kurd ên dengê xwe dan AKP'ê, vedigerin cem me û dibêjin ‘Me şaşî kir. Em dê dengê xwe bidin xwe."    Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Mustafa Avci ku bi salan têkoşîna sendîkayî da, di sala 1956’an de li navçeya Erdîşa Wanê ji dayik bû. Bi salan di rêveberiya KESK'ê de cih girt. Demekê mamostetî kir. Hem karê sendîkayî kir û hem jî di nava siyasetê de cih girt. Di nava sazumankariya Partiya Civaka Demokratik (DTP) de cih girt. Du serdeman endamtiya Meclîsa DTP’ê kir. Beriya ku DTP'ê bê girtin, Hevserokê DTP'ê yê Stenbolê kir. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bû namzetê HDP'ê yê Manîsayê. Avci niha namzetê HDP’ê yê Stenbolê ye.    Avci, diyar kir ku 5 qatî hilbijêrên Amedê hilbijêrên HDP'ê li Stenbolê hene û wiha got: "Yek ji bajarê herî zêde kurd lê diji Stenbol e. Stenbol êdî bûye wekî bajarê kurdan. Me di sala 2009'an de li ser hilbijêrên kurd lêkolîn kir. Wê demê 2 milyon û 400 hezar hilbijêrên kurd li Stenbolê hebûn. Niha zêdetir bûye. 5 qatî hilbijêrên Amedê hilbijêrên kurd li Stenbolê hene."    STENBOL HDP YE   Avci, anî ziman ku Stenbol êdî HDP ye û wiha berdewam kir: "HDP ne tenê partiyek siyasî ye. HDP projeya civakî ye. Bi rengên xwe û atmosfera demokratîk cîhane bê şer esas digire. projeya aştiyê ye. Tenê di vê projeyê de kurt tune. hemû rengên din jî hene. Divê em karibin vê nasnameya HDP’ê ji her kesî re bêjin. Ger ku em vê yeke ji her kesî re bêjin dê her kes li dora HDP’ê bibe xelek. HDP’ê di 7'ê Heziranê de 80 wekîl derxistin. Lê mudaxalmeyî vê yekê kirin. HDP’ê hemû nasnameyên cuda li meclîsê anî cem hev. Armanca êrîşan projeya HDP'ê belav bike bû."     HILBIJÊRÊN KURD DÊ DÎSA LI HDP'Ê VEGERIN   Avci, herî dawî anî ziman ku piştî polîtîkayên AKP'ê yên xerakirina bajarê Cizîr, Sur, Şirnex, Nisêbîn û operasyona li dijî Efrinê gelek hilibjêrên kurd ên dengê xwe dan AKP’ê li me vedigerin û diyar dikin ku dê vê carê dengê xwe bidin xwe HDP’ê Avci, da zanîn ku piştî hilbijêrên kurd ên rastiya AKP'ê dîtin dîsa li HDP'ê vedigerin.    MA / Yasin Kobulan