Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê 2018-06-04 09:21:56 ÎZMÎR - Namzetê HDP'ê yê Îzmirê Edip Kaya ku hej 17 salî bû ji înşaetê ket û seqet ma, diyar kir ku ji bo dawî li karkeriya zarokan û cînayetên kar bîne bû namzetê HDP'ê.  Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmirê Edip Kaya ku niha 28 salî ye, hêj 17 salî bû ji qatê 6'an ê înşaetê ket xwar û seqet ma. Kaya, ku li Bedlisê ji dayik bû û mezin bû, hêj 17 salî bû ji bo kar hat Kuşadasi ya Aydinê û di înşaetê de kar kir. Dema karkerê înşaetê bû ji qatê 6’an ket û bi giranî birîndar bû. Jiyana Kaya, niha bi sendeliya bi teker ve hatiye girêdan. Beyî sendelyayê nikare tev bigere. Kaya,  ji ber ku bêyî sîgorta kar dikir nekarîbû mafê xwe jî biparêze. Her çend malbatê der barê rayedarên fîrmayê de doz vekirin jî, lê dosyaya dozê bi pereyekî biçûk hat girtin. Kaya ku di nava xebatên Partiya Gel a Demokratik (DEHAP) de dest bi siyasetê kir, di nava xebatên Partiya Civaka Demokratik (DTP) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de jî cih girt. Kaya niha bû namçetê HDP'ê û xwe amade dike biçe meclîsê.    MIN BI TÊKOŞÎNÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞ XWE RAKIR   Kaya, diyar kir uk piştî qeza derbas kir, serî li rêyên hiqûqî dan, lê encam bi dest nexist û wiha got: "Ji er ku sîgorta tune bû, kesî şahidî nekir. Ji ber ku karker ji patronan tirsiyan kesî şahidî nekir. Wê demê em zarok bûn, lê destûr dan ku em bi zarokî kar bikin. Ez niha mahkûmê sendelyeya bi teker im. Piştî min qeza derbas kir û baş bûm min di nava xebatên partiyê de cih girt û min hêz girt. Min bi têkoşînê astengiyên li pêş xwe rakir.    HERÎ ZÊDE HDP TENDURISTÎ Û MAFÊ KARKERAN DIPARÊZE   Kaya, anî ziman ku HDP mafê karker, çotkar, jin û ciwanan didapêze û ji ber ku HDP mafê karker û kedkaran diparêze bû namzetê HDP'ê. Kaya, destnîşan kir ku partiyên din partiyên şirket û patronan in û wiha got: "HDP partiya jin, ciwan û karkeran e. Partiya parastina mafê kedê ye. Herî zêde HDP li ser ewlehiya kar û tenduristiya karkeran radiweste. Tenê HDP karê bê ewle û keda erzan qebûl nake. HDP li dijî karkeriya zarokan e. "    JI BO DAWÎ LI CÎNAYETÊN KAR BÎNIM...    Kaya, herî dawî anî ziman ku hikûmet wekî mirovan li karkeran nanere û wiha bi dawî kir: "Hikûmet tenê bi çavê aborî li karkeran dinere. Karkeran bi heqê erzan keda erzan dide xebitandin. Wekî koleyan dide xebitandin. Gelek jê li xeribîyê kar dikin. Mafê wan ê çandî, civakî û tenduristiyê ji destê wan hatiye girtin. Li balafirgeha nû 400 karker di cînayetên kar de mirin. Lê kes vê yekê nîne rojevê. Ji bo ez cînayetên kar bînim rojevê û dawî li cînayetên kar bînim ez dê biçim meclîsê. Wekî ku tenê 27 karker li balafirgehê miribin derbasî qeydan kirin. Ji bo karkeran bêdeng bikin her tiştî dikin. Pere didin û malbatan bêdeng dikin. Ji bo em dawî li cinayetên karkeran bînin û êdî ji bo zarok di kar de nexibitin ez dê biçim meclîsê. OHAL û KHK rê li pêş cînayetan û her tiştî tîne. Dema mirov çûn ser sindoqan divê li cînayetên kar û qezayan bifikirin û biçin ser sindoqan. Ji bo zarok karibin jiyanek bi ewle û karkerên bê qeza bixebitin, ji bo mirov karibin bi arami nefes bistînin divê em biçim meclîsê. Çareserî HDP ye."    MA / Ruken Demir – Ayşe Sürme