Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin 2018-06-03 14:03:02 ÊLIH - Li Êlihê AKP’iyan zarokê li pey wesayîta anonsa AKP’ê bez dida derp kirin. Dîmenên derpkirina zarok ket ber kamerayê.   Li Êlihê AKP’iyan zarokê li pey wesayîta anonsa AKP’ê bez dida derp kirin. Bûyer şevê din pêk hat û ket ber kameraya ewlekariya dikanekê û îro di medya civakî de hat weşandin. Di dîmenan de zarokê 6-7 salî li pey wesayîta anonsa AKP’ê bez dide. Ji nişkan ve wesayît radiweste, du kes ji wesayîtê peya dibin û zilehekê tund li zarokê biçûk dixin. Zarokê bi zileha li rûyê wî ket diheje û  dikeve erdê. Dûre zarok ji kadraja kamerayê derdikeve.    Derbarê nasname û rewşa tenduristiya zarokê ket erdê de tu agahî nehat bi dest xistin.