Maçîn: Şîara me ya bingehîn dê ‘kongreya neteweyî’ be 2018-06-03 10:59:53 RIHA - Namzetê HDP’a Rihayê yê tifaqa Kurd Nusrettîn Maçîn, diyar kir ku gelê Kurd li Kobanê, di Newroza Amedê de, li Efrînê û Kerkukê peyama bibin yek dan û got: “Em vê peyamê baş fam dikin. Ji ber vê şîara me ya bingehîn kongreya neteweyî ye.”    Namzetê Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) a Rihayê yê tîfaqa Kurd ku ji şoreşgerên nifşên 68’an bi bondor bû û di salên lîseyê de rastî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hat û li gundên navçeya Lîcê ya Amedê bi zanebûna “Welatparêzek Kurd” mezin bû Nusrettîn Maçîn xwe bi nasneya sosyalîst û xwedî seknek Kurdîstanî pênase dike. Maçîn dema bû namzetê HDP’ê yê Rihayê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) bû. Maçîn, li ser kongreya neteweyî û rewşa hilbijartinê axivî.    'ROJHILATA NAVIN DIGUHERE KURD DI PARASTINA ÇEWHERÎ DENE'   Maçîn, diyar kir ku erdnîgeriya Kurdan dinava 4 welatên dij Kurdan de hatin parçe kirin û wiha axivî: “Ev her 4 welat ji bo Kurd nebin yek dinava hewldanek pir mezin dene.  Hêzên desthilatdar ji bo referanduma 24’ê Îlonê bûn yek û êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin. Şerekê dûr û dirêj li Rojhilata Navîn mijara gotinê ye.  Çavên hemû hêzên cîhanê di axa me deye. Kurd jî li dijî van hêzan têkoşîna parastina çewherî bi rêve dibe. Rojhilata Navîn diguhere, Kurd di parastina çewherî dene.”    'JI BER KU KONGREYA NETEWEYÎ PÊK NEHAT KERKÛK KET'    Maçîn, anî ziman ku ji ber kongreya neteweyî pêk nehat Kerkûk ket û wiha got: “Gava Kerkûk ket, Efrîn jî hat dagirkirin. Em dixwazin kongreyek her 4 parçeyên Kurdistanê eleqedar dike li dar bixin. Kurd êdî şiyar bûne. Ji partiyên siyasî pêşdetir difikirin û bi çalaktirin. Gelê Kurd li Kobanê, di Newroza Amedê de, li Efrîn û Kerkûkê bûn yek û peyama yekitî yê dan. Em vê peyama gelê xwe fam dikin û dê şîara me ya bingehîn kongreya neteweyî be. Emê hemû xebatên xwe di vê çarçoveyê de bi rêve bibin.”   '24’Ê HEZÎRANÊ XALA WERÇERXÊ YE'    Maçin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li aliyê din bi sedan welatiyên bê kar mane hene. AKP ji bo polîtîkayên xwe yên liberal bixe jiyanê, bi hinceta darbeye bi sedan mirov bê kar hiştin û ji kar avêtin. Dixwazin faşîzmê bi sazî bikin. Di şerê Efrînê de têk çû û li wê de dê bifetise. Ji ber vê yekê êrîşî hûndir dike û zextan li mirovan dike. Tifaqa Millet jî heya niha tiştek pêşkêşî gelê Kurd nekiriye û dê nekare bike. Ji bilî dijminantiyê tiştekê ji bo Kurdan nakin. Gelê me dê dengên xwe bidin xwe. Ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest dê 24’ê Hezîranê bibe xla werçerxek nû.”