'Tekane partiya ku jin dengê xwe bilind bikin HDP ye' 2018-06-03 09:18:52   STENBOL- Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, di HDP'a ku temsîliyeta wekheviyê û pergala hevserokatiyê heye de, jin bêtir xuya ye û got: "Tekane partiya ku dengê jinê bilind dike HDP ye."    Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê, di nav partiyên siyasî de herî zêde HDP'ê namzetên jin nîşan da. HDP ku temsîliyeta wekheviyê û pergala hevserokatiyê esas digire, di vê hilbijartinê de jî ji ber vê pergala xwe ket rojevê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, temsîliyeta wekheviyê nirxand.    'QEYÛM DARBEYA LI HEMBERÎ TEMSÎLIYETA WEKHEVIYÊ BÛ'    Akyol, anî ziman ku li hemû qadên jiyanê pergal û rêveberiyeke serdestiya mêr heye. Akyol, destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ya bi HDP'ê re hat sepandin, di asasê xwe de têkoşîna li hemberî nêrzatiyê û pergala serdest a mêrî ye. Akyol, bilêv kir ku bi vî awayî wan hewl daye ku wê diyardeya bi sedan sal a bindestiya jinê bişkînin û wê pêş ve bixin. Akyol, got, dewletê bi tayînkirina qeyûman bersiva vê daye. Akyol diyar kir ku qeyûmên hatin tayînkirin di heman demê de darbeya li hemberî temsîliyeta wekheviyê ye û got: "Dema qeyûm hatin tayînkirin gelek hincet hatin nîşandan. Lê belê darbeya mezin li hemberî xebatên jinan bû. Her wiha niha pergala me ya hevserokatiyê wekî sûc tê hesibandin. Xebatên me yên jinan, daîreyên me yên polîtîkayên jinan hebûn. Çi di der barê jinên bi şidetê re rû bi rû diman û çi jî di warê xuyangiya keda jinê de xebatên me hebûn. Naveroka van hat valakirin. Li gelek deveran saziyên me yên jinan hatin girtin. Serokatiyên daîreyên jinan bê erk hiştin. An mêrek tayînî van serokatiya kirin an jî jineke ku feraseta mêrî ew bi rê ve dibe."    'TEMSÎLIYETA WEKHEVIYÊ DEMOKRATÎKBÛYÎN E'    Akyol, destnîşan kir ku li hemberî partiyên kurdan û jinên ku li vir dixebitin çewisandin hene û got: "Dema em dinerin siyasetmedarên HDP û DBP'î yên hatine girtin, gelek jê jin in. Di vê çarçoveyê de li deverkê pêşveçûyîna jinê an jî temsîliyeta wekheviyê tê wateya demokratîkbûyînê. Pergal û îktîdara heyî ji ber ku li hemberî vê yekê ye, bi awayekî dijwar bi ser de tê."    Akyol, bi bîr xist ku niha ji sedî 100 temsîliyeta wekheviyê nehatiye sepandin, lê belê qismeke zêde ya vê yekê ji aliyê HDP'ê tê sepandin. Akyol got: "Bi taybetî jî bila jin li tuzuk û rêziknameya HDP'ê binerin. Jixwe dê xwe têde bibînin. Dema binerin ne hewceyî em wan qaneh bikin. Bila li deverên ku pergala hevserokatiyê lê hatiye sepandin binerin û bila li profîla namzetên jin binerin. Wisa bawer dikim ku dema li beyannameya wê ya jinan binerin dê qaneh bibin. Yanî wisa difikirim ku ji bilî HDP tu partî tune ye ku jin têde temsîliyeta wekheviyê bibînin û dengê jinan bilind bike."    MA / Necla Demir