'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin' 2018-06-03 09:16:36   COLEMÊRG - Piştî ku YSK'ê bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina sindoqên li hin deverên Colemêrgê da, şêniyên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Eger sindoqan veguhêzin Enqereyê jî, ew ê biçin dengê xwe bidin."    Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li Colemêrgê HDP ji sedî 86,4, AKP ji sedî 8,78, MHP ji sedî 2,49, CHP jî ji sedî 1,02 deng girtibûn. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de jî HDP ji sedî 83,7, AKP ji sedî 12,62, MHP ji sedî 1,44 û CHP jî ji sedî 1,22 deng girtibûn. Hilbijêrên ku dê sindoqên wan bên veguhastin, diyar kirin ku dê ev yek nikaribe wan asteng bike.    'EM Ê JI VÊ ZILMÊ XELAS BIBIN'    Şîrîn Duşkunê ku li gundê Nîspas ê Colemêrgê dijî, anî ziman ku wan dixwest ew li gundê xwe dengê xwe bi kar bînin, lê belê sindoqên wan bi zorê hatine veguhastin. Duşkun, anî ziman ku dîsa jî ew ê biçin dengê xwe bidin û got: "Em doza mafê xwe dikin. Loma em ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. Bi îzna Xwedê em ê ji vê zilmê xelas bibin." Mehmet Tahîr Engînê ku li mezrika Serbera ya gundê Bêtkarê dijî, destnîşan kir ku sindoqan veguhêzînin kuderê jî ew ê biçin dengê xwe bidin partiya xwe HDP'ê. Engîn got: "Em dixwazin herkes dengê xwe li gundê xwe bi kar bîne. Lê em niha di pêvajoya Rewşa Awarte de ne. Ji bo xatirê HDP û Selahattin Demirtaş, ew sindoqan bibin deynin serê çiyayan jî, em ê biçin û dengê xwe bi kar bînin."    ‘JI BO ZAROKÊN ME YÊN DI GIRTÎGEHAN DE'    Hasan Engînê ku li mezrika serbera dijî, diyar kir ku kurê wî ji ber hin sedemên siyasî bi salan e di girtîgehê de ye û ew ê ji bo hemû girtiyên siyasî dengê xwe bi kar bînin. Emîn Kaval ku li gundê Bêtkarê rûdinê jî, anî ziman ku ew sindoqan bibin Enqereyê jî ew ê biçin dengan bi kar bînin. Kaval, bilêv kir ku ew sindoqan bibin kuderê Colemêrgê jî ew ê biçin dengê xwe bi kar bînin û got: "Jixwe li van deran em bi çewisandinên dijwar re rû bi rû ne. Lê dîsa jî em di vê hilbijartinê de serî rakin û destekê bidin partiya xwe."    Hamît Kûrt, destnîşan kir ku ji bo dawî li vê rejîma çewisîner bê çi ji destê wan bê ew ê bikin û got: "Di hemû şert û mercan de em ê xwedî li dengê xwe derkevin. Ev deynê me ye." Zînê engîn jî anî ziman ku ew ê ji bo aştiyê deng bide û got: "Li kuderê dibe bila bibe ew ê dengê xwe bi kar bîne. Çimkî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ne leşker û ne jî gerîla bimirin. Em ê ji bê vê dengê xwe bi kar bînin." Heybet Engîn jî got: "Em bi kîlometreyan jî bimeşin, em ê biçin û dengê xwe bi kar bînin."