Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin 2018-06-02 10:40:13   QERS – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan der barê îşkenceya li Şemzînanê ya li şivanan hat kirin axivî û got: “Ferasetek ku ji gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu wêrekiyê digire vê îşkenceyê dikin. Em di ferqa vê de ne. Em ê bûyerê bişopînin.”    Li mezraya Binaharê ya girêdayî gundê Nêrduşê ya bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve komek leşkerên derketin operasyonê îşkence li şivan Nasir Taş û Ramazan Aktaş kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku ew ê bûyerê heta dawî bişopînin.    'WÊREKIYÊ JI SOYLU DISTÎNIN’    Buldan destnîşan kir ku wêneyê îşkenceya li her du şivanan hatiye kirin dîtiye û gelek xemgîn bûye û wiha got: “Divê teqez berpirsên vî karî derxin holê. Yên vê îşkenceyê kirin divê hesab bidin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu her roj bi gotinan rewşê malûm dike. Ferasetek ku wêrekiyê ji wan gotinan digire li ser kar e. Em di ferqa vê yekê de ne. Lazim e yên vê îşkenceyê kirin e, derkevin pêşberî darazê û hesab bidin. Em Wezîrê Karê Hundir, Wezîrê Dadê, Waliyê Colemêrgê û Qeymeqamê Şemzînanê vedixwînin ku bikev pey vê bûyera îşkenceyê. Divê tişta pêwîst bikin. Hovîtî û îşkenceya li ser du însanan ferasetek ne li gorî wîjdana mirovan e û cihê vê hovîtiyê di nav mirovatiyê de nîne.”   ‘DIXWAZIN GELÊ COLEMÊRGÊ CEZA BIKIN’    Buldan da zanîn ku bi salan e li ser gelê Colemêrgê zextên giran hene û ev tişt got: “Hemû cûre lîstik, li Colemêrgê tên lîstin. Bi taybetî hikumet û dewlet li ser Colemêrgê lîstikên mezin dilîzin. Dixwazin gelê Colemêrgê ceza bikin. A rast em bi moralê gelê xwe îro li ser piya ne. Gelê Colemêrgê tu demê ji rêgezên xwe tawîz nedaye. Hemû êrîş ji ber vê yekê ne. Bi van îşkenceyan û êrîşan dixwazin gel bitirsînin. Lê gel bi tu awayî tawîzê nade tirsa wan. Em ê hemû bi hev re li dijî polîtîkaya qûtifindin û tundiyê derkevin. Em ê tirsê têk bibin. Carek din ji gelê Şemzînanê re derbasbûy be. Ez hêvîdarim yên vê îşkenceyê kirin e dê demildest derbixin pêşberî darazê. Em ê wek HDP’ê vê bûyerê bişopînin û dev jê bernadin.”