Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin 2018-06-02 09:05:49 TEKIRDAG - HDP'ê li Tekirdagê ji kesên sosyalîst, feminîst, astengdar, karker, mexdûrên darbe û KHK'yan kes wekî namzet nîşandan. HDP bi dirûşmeya "ji bo avakirineke nû em mil bidin milê hevdu" mal bi mal, fabrîke bi fabrîke digere. Namzetên HDP'ê, anîn ziman ku mirovên ku pêşdarazên wan hene, piştî ku bi wan re diaxivin fikrê xwe diguherînin.  Li Tekirdaga ku milyonek nifûsa wê heye, yek ji wan bajaran e ku gelek kurd koçî wê kirine. Bajarê ku xwedî zeviyên berdar e, ji ber polîtîkayên pîşesaziyê yên xelet tên texrîbkirin. Her wiha ligel qirêjiya hewayê ya li bajêr, ji ber bermayiyên pîşesaziyê li Çemê Ergeneyê tên valakirin, bajêr fetisiye. Ligel vê her diçe zeviyên wê yên berdar jî kêm dibin. Tekirdagî, niha hewl didin ku di 24'ê Hezîranê de bersiva îktîdara ku rê li ber vê yekê vekiriye bidin.    'EM Ê LI TEKIRDAGÊ DENGÊN XWE BIKIN DU QAT'   Namzeta HDP'ê ya Tekirdagê Feray Mertoglû ku di sala 1962'yan de li gimgima Mûşê hatiye dinê, bi nasnameya xwe ya feminîst û karkeriyê derdikeve pêş. Mertoglû, di nav Tevgera Rizgariya Jinê ya Tirkiyeyê de cih digire. Mertoglû got: "Ez endama SYKP'ê me ku pêkhateyeke HDP'ê ye. Niha HDP ji bo civakê bûye cihê hêviyê. Ev partiya ku ji aliyê tevgera azad a kurd û sosyalîstên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, bûye hêviya Tirkiyeyê. Xwedî paradîgmaya jinê û azadîxwaz e. Xeta wê gelên bindest ên din paşguh nake. Nêvengeke ku hemû bindest, karker, ciwan, LGBTÎ di bin banê wê de têdikoşin." Mertoglû, anî ziman ku HDP bi vê nasnameya xwe sînerjiyê dide wê û ji ber vê wê di HDP'ê de cih girtiye. Mertoglû, diyar kir ku li Tekirdagê potansiyeleke wan a zêde heye û ew ê li Tekirdagê dengên dema 7'ê Hezîranê bikin du qat.    Namzetê HDP'ê yê Tekirdagê Huseyîn Erîş jî, ji Tekirdagê ye û bi astengdar e. Erîş HDP'ê şiband malbata xwe û got: "HDP, partiya bindestan, partiya pirzimanî, pirbawerî û pirnasnameyî ye. Her wiha ji bo taybetmandiya min a Trakyayî jî guncan e. Malbata min koçberên Selanîkê ne. Xwişkeke min bi koçbereke Bûşgarîstanî re zewicandî ye û biraziyek min jî bi arnavûdiyekî re zewiciye. Hevjîna min jî ji Sêwazê ye. Her wiha hêleke malbata me jî roman in. Yanî li erdnîgariyeke wisa pirrengî di nav nasnameyên cuda de mezin bûm. Li gund, li herêma me em wekî xwişk û bira bûn. Niha jî di nav HDP'ê de me."    MEXDÛRÊ DARBEYA 1980'YÎ YE    Erîş, di serdema 1980'yî de bi awayekî çalak di nav xebatên sendîkayî de cih girtiye û ji ber Serokatiya Giştî ya Tekstîla Çagdaşê kiriye hatiye girtin. Erîş, bilêv kir ku endamê Şoreşgerên 78'an e û her wiha li demekê serokatiya HADEP'a Şîşliyê jî kiriye.    EZ Ê BIBIM DENGÊ GEL'    Erîş, anî ziman ku ji ber ji Tekirdagê ye, hay ji pirsgirêkên Trakyayê heye. Erîş, anî ziman ku ew ê li Meclîsê li dijî qirêjiya hewa û avê, tunekirina qadên çandiniyê û hwd. bitêkoşe. Erîş, destnîşan kir ku li fabrîkayan kedxwariyeke zêde heye û ew namzetê dengê gelê Tekirdagê ye.    MAMOSTE YE Û MEXDÛRÊ KHK'Ê YE    Namzetê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Kaplan jî ji Nisêbîna Mêrdînê koçî Tekirdagê bûne û her wiha mamote ye û mexdûrê KHK'ê ye. Kaplan, bilêv kir ku piştî hatiye îxrackirin, ji ber şert û mercên ku gelê kurd û Tirkiyeyê têde ne xwestiye daxilî qada siyasetê bibe û di 11'ê Sibatê de bûye endamê HDP'ê. Kaplan, da zanîn ku di dema HADEP'ê de di nav baskên ciwanan de cih girtiye. Kaplan, bal kişand ser polîtîkayên îktîdara AKP'ê jî û diyar kir ku 16 salin polîtîkayên xwe li ser yek ziman, yek ol, yek netew û yek alayê ava kiriye û got: "Lê belê dema mirov li vê erdîgariyê dinere kurd, tirk, ereb, rûm, çerkez û gelek netewên din hene. Em ê vê rastiyê denyin kuderê? HDP, bersiva faşîzma tekparêz e. Li hemberî vê prinetewebûnê diparêze. Her wiha dibêje yek ziman. Lê em ê heqîqeta dîwana Ehemdê Xanî deynin kuderê? Em ê heqîqeta zimanê gelê ereb deynin kuderê? Bersiva yekzimaniyê, parêzvaniya pirzimaniyê HDP ye. Dibêjin yek ol, îjar em ê heqîqeta êzidî, asûrî, suryanî û elewiyan deynin kuderê?"    'EM PÊŞDARAZAN DIŞKÎNIN'    Kaplan, anî ziman ku bi taybetî ew ji bo hilbijartinê li mal û fabrîkayan dixebitin û got: "Em bi mirovên ku li hemberî me pêşdaraz in re diaxivin. Dema em bi wan re diaxivin, dema em dibêjin em partiya Tirkiyeyê ne, nêzîkatiya wan diguhere. A rast ev tê wateya ku divê em bêtir xwe nêzî mirovan bikin û em ê wisa jî bikin. Di 5'ê Hezîranê de li Amedê, di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê, di 22'yê Tîrmehê de li Pirsûsê bombe teqiyan, lê belê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de gelê me xwedî li partiya xwe derket û bû bersiv. Dê kurd û kuridstanî di 24'ê Hezîranê de bersiva pêkanînên li Nisêbîn, Gever, Şirnex, Sûr û Efrînê bidin. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe jî em ê bersivê bidin. 24'ê Hezîranê ji bo çûyîna AKP'ê ji bo hemû gelan firsend e. Em ê bi hevdur e, mil bi mil vê faşîzma li Tirkiyeyê rakin. Hêvî HDP, ciwanên HDP'ê, jinên HDP'ê ye. Ji bo pêşeroja zarokên Rojhilata Navîn, Anatolyayê, Behra Spî û Behra Reş em dengê xwe bidin HDP'ê. Dengek ji bo HDP'ê, denegk ji bo Demîrtaş."    MA / Bilal Seçkin