Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e 2018-06-01 10:33:43   STENBOL - Koordînatorê Bernameya Çalakiyan a Navbera Çandên Hevpar (UNITED) Balint Josa, bal kişand ser rewşa hilbijartinên di şertên OHAL'ê de di 8'ê Nîsanê de li Macaristanê pêk hat û di 24'ê Hezîranê de li Tirkiye pêk bê û got: "Şertên OHAL'ê li Tirkiyeyê bêtir giran in."    Li Macarîstanê ji ber krîza penaberan ji 9'ê Adara 2016'an heta niha OHAL didome. Macarîstan di şertê OHAL'ê de di 8'ê Nîsanê de hilbijartin pêk anî. Di hilbijartinê de partiya îktîdara rastgir FİDESZ bi ser ket. Koordînatorê Bernameya Çalakiyan a Navbera Çandên Hevpar (UNITED) Balint Josa, bal kişand ser rewşa hilbijartinên di şertên OHAL'ê de di 8'ê Nîsanê de li Macaristanê pêk hat û di 24'ê Hezîranê de li Tirkiye pêk bê. Josa ku ji bo beşdarî konferansa der barê cudakariyê de bibe hat Tirkiye cudahiya hilbijartinê ya navbera Tirkiye û macarîstanê nirxand. Josa, diyar kir ku di hilbijartinê de Koalîsyona Partiya Yekîtiya Welatiyên Macar (Fidesz) û Partiya Gel a Xiristiyanên Demokratik (KDNP) bi ser ketye.    Josa, diyar kir ku di hilbijartinê de partiya rastgirt a popûlist FÎDESZ cara sêyemîn bi ser ketiye û wiha got: "Ji bo muxalifê bêdeng bike OHAL îlan kirine. Hikûmet bêyî fermana dadgehê dikare biryara serdegirtina malan bistîne. Êdî rêbaza şartî pir hêsan bikar tîne. Êdî hêza leşkerî û zordest serdest e.  Biryara OHAL'ê li welatekî ger ku bûyerên xwezayî pêk bên ji bo demekê tê îlankirin. Lê OHAL'a ku niha li welatan ketiye meriyetê wekî rejîmê tê bikar anîn.    ŞERTÊN OHAL'A TIRKIYE JI YA MACARÎSTAN GIRANTIR E    Josa, bal kişand ser şertên OHAL'a li Macarîstan û Tirkiye û wiha berdewam kir: "Şertên OHAL'a li Tirkiye bêtir giran e. Ji ber ku azadiya mirovan bêtir tê tepisandin. Niha hilbijartina li Macarîstanê pêk ha û hilbijartina li Tirkiye pêk bê nayê qebûlkirin. Ji ber ku di şertên OHAL'ê de pêk hat û pêk tê. Ev nabe demokratîk. Ne pêkan e mirov bêje hilbijartinek azad û demokratik e.    DIVÊ BERÊ OHAL'Ê RAKIN Û PIŞTRE HILBIJARTINÊ PÊK BÎNIN'   Josa, xwest Tirkiye di şertê OHAL'ê de hilbijartinê pêk nîne û OHAL'ê bi dawî bikin û wiha got: "Ger ku di mala we de agir hebe û agir bi malê ketibe hûn nikarin dawetê bikin. Divê hûn berê agirê di malê de vemirînin. Ger ku OHAL  hebe hilbijartin nayê kirin. Tirkiye ji ber vê rewşa rêveberiyê her ku diçe ji Yekîtiya Ewropa  dûr dikeve. Gelek rojnameger bi sedema heqaret li Serokomar kirine hatin girtin. Tirkiye ber bi rojên tarî ve diçe."    MA / Sadiye Eser