Manîsiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP'ê dan 2018-05-17 10:38:39   MANÎSA - Rêxistina HDP’ê ya Manîsa di çarçoveyê hilbijartinê de, lez dan xebatên xwe û li navçeyên Turgutlu û Salîhlî bi sedan kes hatin gelhev.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsa di çarçoveyê hilbijartina zordest a 24’ê Hezîran de lez dan xebatên xwe. Rêxistina HDP’ê li navçeyên Turgutlu û Salîhlî bi gel re hatin gelhev. Bi sedan kes beşdarî civîna gel bû û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp di civînê de axivî.    Yîgîtalp, diyar kir ku wan lez dane xebatên xwe û wiha got: “Divê em ewlekariya sindoqan baş bigirin. HDP dê bi gel re her du îtîfaqên li dijî xwe têk bibe. Em mafdarin û teqez emê bi ser bikevin.”