‘Herî baş HDP çerkezan temsîl dike' 2018-05-17 09:19:18 STENBOL-  Fehmî Akten, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê partiya herî baş ku çerkezan temsîl dike HDP ye û ew ê di 24'ê Hezîranê de piştevaniya HDP'ê bikin.  Çerkezan destnîşan kirin ku ew ê li di hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. Serokê Komeleya Çandê ya Kafkasê ya Baglarbaşiyê ya Stenbolê Umît Dînçer anî ziman ku li welatên demokratîk Rewşa Awarte bi tu awayî nayê qebûlkirin û di van şert û mercan de pêkanîna hilbijartinê ne rast e. Her wiha Dînçer diyar kir ku ne rast e ku Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de be û ev rewş ne li gorî teamulên demokratîkbûyînê ye.    ‘HDP PARTIYA ÇERKEZAN E'    Fehmî Akten anî ziman ku li Tirkiyeyê partiya ku herî baş HDP'ê temsîl dike HDP ye û got: "Ji bo çerkezan xala herî girîng pênasekirina qirkirinê û sirgûnê ye. HDP, ji her serdemê bêtir bû munasebeta rêvekirinç Ev ji bo me çerkezan liv û tevgereke girîng e, pratîkeke siyasiyî ye. Hem di warê teoriyê de hem jî di warê pratîkê de cara ewil HDP'ê ev yek di meclîsê de xist rojevê. belkî di dîroka cîhanê de jî ev tiştekî yekemîn be. Ji ber ku HDP ehlê karker, sosyalîstan û demokrasiyê ye, ji bo me çerkezan girîng e."    Akten diyar kir ku girtina Demirtaş ne rast e û li hemberî herdu îtifaqên "rastgir" tenê xeta HDP'ê xeteke demokrat e û got: "HDP hemû gelan hemêz dike û bêyî kêmasî hemû pirsgirêkên gel tîne ziman."    Osman Aydin jî anî ziman ku hilbijartineke zor û zehmet li pêşiya gel e û got: "Divê em baş bixebitin. Divê demokrat, pêşverû, sosyalîst û rewşenbîrên Tirkiyeyê dengan berhev bikin. Dengê kes têrnake, divê em heval û hogirên xwe jî qaneh bikin."