Mavîoglu: Divê em torên xwe yên ragihandinê ava bikin 2018-05-16 09:13:01 STENBOL – Rojnameger Ertugrul Mavîoglu diyar kir ku beşek mezin a medyayê di destê desthilatdariyê de ye û got: “Tişta rast li dijî vê yekê bê kirin, ekranên hemû televîzyonan bê girtin û divê em torên xwe yên ragihandinê ava bikin.”  Rojnameger Ertugrul Mavîoglu bal kişand zextên ser çapemeniyê û beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê pêşniyara hevgirtinê li rojnamgeran kir. Mavîoglu diyar kir ku beşek mezin a medyayê di destê desthilatdariyê de ye û got: “Desthilatdarî û sermayeya mezin bûye yek. Dema em bibe yek têkiliya bi medyayê re jî ji holê radibe. Çunkî medya tenê bûye amûrek ku propaganda desthilatê dike. Tişta rast a ku tenê di vê pêvajoyê de bê kirin ew e, divê pê li bişkoka televîzyonan bê kirin û bê girtin. Heke ku hûn dixwazin rêveberiya ve têgihiştinê hindik li ser we bandorê bike û hûn naxwazin jehrî bibin pê li bişkokê bikin.”    ‘LAZIM E EM LI DIJÎ ZORDESTIYÊ GOTINA XWE BÊJIN’    Mavîoglu da zanîn ku ji bo dethilatdarî ser heqîqetê bigire hemû derfetên xwe seferber kiriye û got: “Ji bo RTÛK înternetê kontrol bike hin tedbîrên desthilatdariyê yên wek navenda kontrolê ava bike hene. Nêzî 200 rojnamger di girtîgehan de ne. Bi hezaran rojnamger bê kar man. Em di ferqê de ne ku ev hemû hafızaya civakê tune dikin. Divê li gel gel hemû gefên mîna cezakirinê, zextan, zordestî û girtinê em gotina xwe paş de nedin û gotinên xwe bibêjin. A rast jî ev e. Divê em di vê pêvajoya beriya hilbijartinê û pişt re jî tora xwe ya têkilî dayînê û piştevaniyê ava bikin.”   Mavîoglu bal kişand ser dewama girtina namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û got ku pêwîste Demîrtaş demil dest bê berdan.