Ji ber qedexeyên zozanan pezên xwe difiroşin 2018-05-16 09:10:55 COLEMÊRG - Ligel ku bi ser gotina “Dê qedexeyên zozanan rabikin” ên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re 4,5 meh derbas bûn jî, hîn qedexe ranebûne. Sewalên gelek gundên Colemêrgê, hespî geliyê Zapê yê havînê 50’î pileyê gerim dibe, bûne.  Gundî ji ber pêkanînên bi salan ên hikûmeta AKP’ê yên qedexeyên li ser herêmê, dest ji sewalkariyê berdidin. Hin gundiyên di destên xwede sewalên hindik hiştine, ligel hemû qedexeyan li ber xwe didin. Ligel ku bi ser gotina “Dê qedexeyên zozanan rabikin” ên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re 4,5 meh derbas bûn jî, hîn qedexe ranebûne. Ji ber operasyonên li bajêr û navçeyên Colemêrgê, hemû xeta sînor li sivîlan hatin qedexe kirin. Sewalkarên nikarin 100 mete re dûrî gund bikevin, an koç dikin an jî necar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin. Gundiyên ji bo debarê li ber xwe didin, necarin li herêmên gerim ên havînê dibin 50’î derece de bimîn in.   'EM MEHKÛMÊ  ZAPÊ KIRIN'   Îsmaîl Paksoy ê 50 salin şivantiyê dike, diyar kir ku ev du salin li gundê  Dîzê şivantiyê dike û wiha axivî: “Ji ber qedexeyên zozanan em mehkûmê germa havînê kirin. Ev du salin sewalên me hepsî geliyê Zapê kirin. Geliyê Zapê havînê pir gerim dibe. Hem ji bo tenduristiya sewalan û hem jî ji bo hilberînê pir xerabe.”   'EV DU SALIN EM PIRSGIRÊKÊN MEZIN DIJÎN’   Paksoy, anî ziman ku meh bi ser gotina Erdogan re derbas bûn û wiha got: “Lê hîna jî qedexeyên li ser zozanan nerakirin. Hemû temenê min bi pirsgirêkan derbas bû. Bi salane ji Şirnexê têm û li vê derê şivantiyê dikim. Lê cara yekemîne evqas zehmetiyan dikêşim. Ji ber qedexeyan em nikarin ji cihên xwe bilivin.”    'DERDORA ME HEMÛ ZOZANIN LÊ EM NIKARIN BIÇINÊ'   Paksoy, da zanîn ku havînê geliyê Zapê pir gerim dibe û wiha bilêv kir: “Av kêm û gemarî dibe. Ji ber vê sewal nexweş dikevin. Ji derveyî Zapê hemû qadên din qedexene. Derdora me hemû zozanin, lê em nikarin biçinê. Zozana Kanîkilê dikeve başûrê me, zozana Berçelan dikeve bakurê me, zozanên Şerefan û Berwar jî dikevin rojhilatê me. Lê bi tu awayî em nikarin biçinê. Em dixwazin hemû zozanên me serbest bikin.”   Mahmut Paksoy ê du salin şivantiyê dike jî, bal kişand ser rewşa aboriyê û wiha got: “Ji ber ku rewşa aboriyê xerabe, ez nikarim biçim dibistanê û du salin bi bavê xwe re şivantiyê dikim. Di geliyê Zapê de şivantî kirin pir zore. Hemû zinarên tîkin û em rastî zehmetiyan tên. Em dixwazin qedexeyên li ser zozanan rakin. Êdî em dixwazin sewalên xwe bibin zozanan.”    MA / Hamza Gunduz