Dê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven sibê derkeve pêşberî dadger 2018-05-15 09:12:28   AMED –  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku der barê wê de du îdianame hatin amadekirin û 46 sal û nîv ceza jê re tê xwestin, piştî 4 mehan şûnde dê sibê derkeve pêşberî dadger.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê derkeve pêşberî dadger. Guven di 22’yê Çileyê de di çarçoveya fealiyetên KCD’ê de li mala xwe ya li Amedê hat binçavkirin û di 31’ê Çileyê de hat girtin. Dozgeriya Komarê ya Amedê ku der barê Guvenê de du îdianme amade kirin, bi îdiayên “avakirin an jî rêvebiran rêxistina çekdarî”, “propagandaya rêxistin”, “endamtiya rêxistinê” ji 25 salan heta 45 sal û nîvan cezakirina wê xwest.    Reyhan Yalçindag Baydemir, parêzera Leyla Guven, diyar kir ku ji ber Guven wekî siyasetmedarekê pirsgirêkên civakê û welat bilêv kiriye tê darizandin û got: “Leyla Guven, ji ber ku nêrînên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd anîne ziman û ji ber nêrînên li xwe îktîdarê neçûne anîne ziman niha girtiye. Dema mirov li îdianameyan dinêre bi tu awayî nayê dîtin ku Guven kesî vexwandiye şidetê. Di hemû axaftinên wê de daxwaza ji bo aştî û rawestandina xwînê heye. Hemû fealiyetên wê yên di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de, wekî mexdûriyeteke mezin û girtinê derketine pêşberî me. Ne mumkun e ku mirov vê yekê qebûl bike.”    Yalçindag anî ziman ku fealiyetên qanûnî û demokratîk ên KCD’ê ku Leyla Guven hevseroka wê ye kirine mijara darazê ye û ji bo vê yekê du îdianameyên cuda hatine amadekirin û dema mirov li gor hiqûqa normal binirxîne tu tiştekî dereqanûnî têde tune ye.