Yolerî: Dê bi 53 girtîgehên nû re çewisandin zêdetir bibin 2018-05-15 09:10:51 STENBOL – Wezareta Dadê daxuyandibû ku dê 53 girtîgehên nû bên çêkirin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, daxuyaniya wezaretê nirxand. Yolerî anî ziman ku dihat payîn rê li ber girtina mirovan bê girtin, lê belê hikûmet gavên ku dê çewisandina li girtîgehan zêdetir bike davêje.  Wezareta Dadê çend roj berê daxuyand ku dê 53 girtîgehên nû bên çêkirin û her wiha di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku niha projeya 18 girtîgehan temam bûye. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniya wezaretê nirxand. Yolerî destnîşan kir ku jixwe li Tirkiyeyê ji ber sepandinên venêrînê, mecbûriyeta îmzeyê, qedexeya derketina derve û gelek sepandinên bi vî rengî mirov wekî di girtîgehan de bin. Yolerî got: “Zêdekirina hejmara girtîgehên girtî jî sepandineke cuda û giran e.”    'DÊ TECRÎD GIRANTIR BIBE’    Yolerî, diyar kir ku dê girtîgehên nû bên çêkirin bi pergala qawîşên yek û du kesî bên çêkirin û got: “Çêkirina qawîşn yek û du kesî, nîşaneya ku dê tecrîd bêtir giran bibe. Niha pirgirêka herî mezin a girtiyan; tecrîd û îzolaasyon e. Nepêkanîna hevdîtina bi kesekî/ê re, astengkirina pêwendiyê ya bi girtiyên din re, mehrûmkirina ji bo piştevaniya civakiyî pirsgirêka sereke ya girtiyan e. Em li bendê bûn ev yek bê çareserkirin, mixabin hikûmet dixwaze vê yekê girantir bike. Dê bi vê sepandina nû re nêvenga çewisandinê girantir bibe. Ev ne îşareta pêvajoyeke baş e.”    'ARMANC RÊVEBERIYEKE HÎN ÇEWISÎNERTIR E’    Yolerî, destnîşan kir ku vekirina girtîgehên nû ne ji bo kêmkirina kapasîteya girtîgehan e. Yolerî anîî ziman ku meseleya sereke ew e ku ev yek îşareta ku dê li welat pêvajoyeke çewisîner a hîn girantir dest pê bike.    Yolerî got: “Em di her serdemê de tînin ziman ku dev ji pêkanînên derhiqûqî û derî mafên mirovahiyê bên berdan. Daxwaza me ew e ku serdemeke ku hiqûq û mafên mirovan serwerê wê be dest p bike. Lê belê îktîdara ku girtîgehên nû çêdike û bi vî awayî li çareseriyê digere, îşaret dike ku dê liv û tevgerên wê yên derqanûnî, çewisîner û derhiqûqî zêdetir bibin.”    MA / Bilal Seçkin