Nehiştin zava daweta xwe bibîn e 2018-04-07 10:43:25 AMED - Li Amedê, Rohat Akboga yê jina ku dê bi hev re bi zewiciyan ji kuafêrê girt û xwest bibe salona dawetê, polîsan wesayîta wî rawestandin û bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin, binçav kirin. Malbatê li hemberî vê bûyerê coş û keyfa xwe xerab nekirin û bêyî zava dawet lidarxistin.  Li Amedê, Rohat Akboga yê amadekariya zewicandinê dikir, di 5’ê Nîsanê de, jina kudê bi hev re bi zewiciyan ji kuafêrê gitt û xwest biçin salona dawetê, polîsên hêzên taybet derdora wesayîta wî girtin û rawestandin. Polîsan Akboga binçav kirin û birin Edliya Amedê. Biryara 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê bi îdîaya “Heqaret li Serokomar kiriye” ku li Akboga hatibû birîn li rûyê wî hat xwendin û dûre Akboga şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.     BÊ ZAVA DAWET LIDARXISTIN   Malbat li hemberî bûyerê şaşwaz bûn, lê dîsan jî şeva hine û dawest îptal nekirin. Malbatên ji edliyê derketin, şeva hinê   pêk anîn û dûre dawet bê zava kirin. Dost û xizmên bûk û zava beşdarî daweta li salona dawetê ya navçeya Rezanê bûn. Ji derveyî zava di dawetê de tu tişt kêm nebû û li ber starên hatin gotin govend hat gerandin.    ‘TEHEMÛLÊ ROJA KEYFXWEŞIYA ME NEKIRIN’   Sara Başak a bêyî zava daweta xwe kir, gava kest salona dawetê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazî kirin. Li cihê rûniştina bûk û zava, kursiyê zava yê vale mayî çakêtê zava pêve kirin. Sara Başak, diyar kir ku girtina hevjînê wê, ew xemgîn kir û wiha got: “Lê ez pir bi hêzim. Tehemûlê vê roja me ya bi keyfxweş nekirin. Bi zanebûn di şeva hine de girtin. Lê bi înat me jî daweta xwe taloq kir.”   PARVEKIRINÊN WÎ YÊN TORA CIVAKÎ SÛC  HATIN DÎTIN   Ji ber ku Akboga cenazeyê Taybet Înan a 7 rojan li Sîlopiyê di qedexeyên derketina dervede li erdê hiştin û cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê li dû panzêr ve kaş kirin, di tora civakî de parve kir bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” sûcdar hat dîtin. Cardin bi îdîaya di tora civakê de “Heqaret li Serokomar Erdogan kir” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dan Akboga.     MA / Lezgîn Akdenîz - Devran Toptaş