Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî 2018-03-06 12:54:50   EFRÎN – Her çiqas Tirkiye bêje “Em sivîlan nakin hedef” jî lê qeydên Nexweşxaneya Avrînê wiha encam dernaxe. Me rojekê Nexweşxaneyê hilda bin qeydê. Nexweşxaneyê tenê di roja 45’emîn a şer de 7 sivîl kuştî û 36 sivîl qeyd kirin. Sivîl an li mala xwe yan jî di rêyan de dibin hedefa bombeyan.    Şerê Efrînê di roja 46’emîn dewam dike. Ji roja destpêkê ya şerê Efrînê vir ve 220 sivîl zêdetir jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 650 kes jî birîndar bûn. Her roja ku diçe sivîlên di şer de jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Her çiqas rayedarên Tirkiyeyê bêjin “Li Efrînê sivîl nayên kuştin û ne di hedefa me de ne” jî lê daneyên Nexweşxaneya Avrînê ya li navenda Efrînê pêwîstî bi gotinê nahêle û hemû daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê diderewîne.    DI ROJEKÊ DE 7 MIRÎ Û 36 BIRÎNDAR   Ji ber topbaran û bombebarankirina balafirên TSK’ê û OSO’yê her roja ku diçe kuştiyên nû li yên din zêde dibin û tê texmînkirin ku gelek cenazeyên gelek sivîlan di bin kavilan de ne. Tenê duh an go di roja 54’emîn a şer de qeydên Nexweşxaneyê kuştina 7 sivîlan û birîndariya 36 sivîlan derbas kir. Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 5’ê adarê de li Nexweşxaneya Avrînê bi dîmenan qeyd kir.    QEVDIKA DESTÊ WÎ JÊ KIRIN    Pêr û duh gelek welatiyên ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê. Gundî ya li malên xwe ya jî li ser rêya tên bombebarankirin. Pêr êvarê saet di navbera 21.00 û 24.00’an de gundê Qarantepe yê bi ser navçeya Şêra ve topbaran kirin û şêniyê gund Cafer Nebî Şêxo yê 60 salî dibe hedef û destê wî rastê ji qevdikê ve tê jêkirin. Şêxo yê nû ji emeliyatê derket halê wî tune biaxive. Kurê Şêxo Nebî Cafer li ber bavê xwe ye dema diaxive kelogirî dibe û hêsirê wî diniqûtin. Nebî Cafer tiştên li gund qewimîn vegot û anî ziman ku dema bavê wî bi traktora xwe ji cîranan dihat malê dibe hedefa topan.    BIRÎNDAR BANG LI ERDOGAN KIR: MA EZ KÎ ME?    Nexweşxaneya Avrî ya du qatî hem hundir û hem jî baxçeyê wê tije mirov in. Hin kesan dayik, bav û zarokên xwe winda kirine. Hin kes jî birîndar in. Seknek bi hêrs û xemgîn li nexweşxaneyê serdest e. Behrî Kedro yê 27 salî ku ji ber êrîşan birîndar bûye li aliyekî ji ber bîrînên xwe diêşe û li aliyekî jî bi dengek nizm diaxive û behsa êrîşan dike. Kedro bang li Serokomar Erdogan kir û got: “Ka we sivîlan ne dikuşt? Ma ez çi me? Hûn kor in?”    HAYA WÊ JI MIRINA DAYIKA WÊ NÎNE    Di odeya hejmara 15’an de 2 jê extiyar 4 jinên giran birîndar tên dermankirin. Jinên li odeyê li nexweşan dinêrin jî ji ber pîvanên hovîtiya êrîşan xemgîn în û nikarin biaxivin. Li aliyekî jî di ruyê wan xemgîn de hêrsa wan a li dijî zilm û êrîşan xwe dide der. Traktorek ji 20 kesan pêk tê dema ji gundên nêzî hev ên Raco derdikevin û berê xwe didin Efrînê di kîlo mîtroya 20’emîn dibin hedefa topbaranê û birîndar dibin. Êrîşa serê sibê saet di 06.00’an de pêk tê yek ji ya dibe şahidê bûyerê Emîne Mustafa ya 60 salî ye û ji haya wê ji dayika wê ya 90 salî namîne. Nizane ka dayika wê jiyana xwe ji dest daye an na.    SÊ XWIŞKÊN HEV BIRÎNDAR IN    Fuzê Mihemed Herîş a 32 salî jer ser hişê xwe çûye, ji ser û milên xwe birîndar e û bi jinek birîndar a extiyar re di heman odeya nexweşxaneyê de ye. Dîcle Bekir a 35 salî li gundê Êşûnê birîndar dibe û li nexweşxaneyê tê dermankirin û ji ser hişê xwe çûyîne. Dayika Dîcle Bekîr, Semîra Şêx Mihemed li ser keça xwe digirî û li odeyên din jî keçên wê yê 15 û 18 salî bi giranî birîndar tên dermankirin. Keça wê ya bi navê Dunya ya 15 salî li bendê ye ku bikeve emeliyatê. Fîdan a 18 salî jî ser hişê xwe çûye û hilmên kûr dide û distîne.    ÊŞA HEMÛYAN YEK E   Bi dehan jin, zarok, extiyar, kal û pîr li korîdara nexwexaneyê ya birîndar in an jî li hewarê hatine. Her çîroka her yekê cuda be jî lê êş û birîna wan heman e. Ehmed Şeref ê 33 salî diyar kir ku 3 saet berê bavê wî hildane emeliyatê.    DI QASEYÊN KAMYONAN DE BEDENÊN BÊRÛH    Piştî axaftina Şeref, di heman kêliyê de peywîrdarek nexweşxaneyê qîr dike û dibêje “Vekin vekin rê vekin” û di heman kêliyê de em dêna xwe didinê kamyonetek tê ber nexweşxanê. Di hundirê kamyonê de jinek digirî û di qaseya kamyonê de bedenên parçe bûne û rûyê wan ji xwînê nayê nasîn derdixin û tînin nexweşxaneyê. Li ser bedenek parçebûyî jinek qîr dike û dengê hawara wê diçe erşê asîmanan.    ÊVARAN XEBERÊN NEXWEŞ TÊN NEXWEŞXANEYÊ Û TEVGER ZÊDE DIBE    Nexweşxaneya Avrînê êvarê li gorî agahiyên tên hin bêhtir tevger dibe. Ji Cindirêsê li ser agahiya windahiya sivîlan tê. Duh serê sibê balafirên şer êrîş birin ser Cindirêsê. Ji ber vê bombebaranê 3 jê zarok û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û agahiya van kuştiyan digîhîje nexweşxaneyê. Pişt re pitikek 3 mehî û sivîlek din jî jiyana xwe ji dest dan û 8 welatî jî birîndar bûn. Agahiya van jî tê nexweşxaneyê. Li gorî qeydên nexweşxaneyê ji gundê Firêriyê ya Cindirêsê pitika 3 mehî Diyana Xazî Salih û Mehmûd Mihemed Nûr Elo yê 20 salî mirî, Mihemed Sibhî Hesen (15), Sebah Cemal Salih (25), Fûad Xazî Salih (25), Sibhî Xazî Salih (30), Xedîce Mustefa (30), Ebdullah Tirkî Dawûd (18),  Ewner Salih Hesen (15) û zarokek yek salî bi giran radikin nexweşxaneyê.    MA / Selamî Aslan