Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê 2018-03-01 12:18:59 EFRÎN – Koma Derûnasan a Stêrk hewl dide ku travmaya zarokên Efrînê yên mexdûrê şer ji ser wan biavêjin.  Di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên li ser Efrînê de heta ji 200 kesî zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birdar bûn. Di nav mirî û birîndaran de gelek zarok jî hene. Yên ku herî zêde ji şer bandorê dibînin zarok in. Derûnnasên Efrînê jî ji bo zarokan sefer bûn.    Koma Dernûnnasan a Stêrk nêzî salek û nîv e li Efrînê bi saziyên civakî yên sivîl re ji bo koçberan dibin alîkar. Koma Stêrk bi oprasyona Efrînê re beşdarî Meclîsa Tenduriyê bû. 5 endamên wê jinên ji Efrînê ne û 41 roj in destekê didin zarokên ji şer derûniya wan xera dibin. Derûnnas li Efrînê li her komunê du roj bi zarokan re tên gel hev û piştevaniya derûnî dide wan.    BI KURDÎ Û EREBÎ DESTEKÊ DIDIN    Derûnnasan ewil li taxa Trêndê dest bi xebatên xwe kirin û roja duyemîn jî li Komuna Şehît Hogir a li taxa Eşfrefiyê ya Efrînê bi zarokan re hatin ba hev. Derûnnas tenê destekê nadin zarokan, di heman demê de destek didin welatiyên ji ber şer rewşa derûniya wan nebaş e. Derûnnas hem xebatên xwe hem bi zimanê kurdî û hem jî bi zimanê erebî birêve dibin. Derûnnasan der barê xebatên xwe de agahî dan.    ‘DENGÊ BALAFIRAN ZAROKAN DITIRSÎNE’    Endama Komê derûnnas Lîlav Huseyîn anî ziman ku ji bo rewşa zarokan fêm bikin û tespît bikin şahî û lîstikên cûr bi cûr amade dikin û got: “Ji şer herî zêde zarok bi bandor dibin. Ji bo zarok netirsin û rewşa derûniya şer ji ser xwe biavêjin, em jî desteka giyanî didin wan. Di kêliyên xebatên me de dema balafir difirin zarok ditirsin û digirîn. Ji bo ev neqewime em dibin alîkar. Armanca me ew e bandora derûniya li ser zarokan kêm bikin. Em dixwazin kêfa zarokan bînin cih û bila xwe winda nekin.”    ‘ŞER ZAROKAN DI BANDORA ZIMAN Û HESTEK DIN DE DIHÊLE’    Endama Komê derûnnas Evîn Yusif jî destnîşan kir ku ji ber şer ew nikarin xwe bigîhin zarokên gundan  û wiha got: “Dema em bi zarokan re rûdinên, zarok demek dirêj xwe bêdeng dihêlin. Piştî em bi wan re diaxivin, zarok tên ser hişê xwe û bi me re sohbetê dikin. Zarokên ji gundan tên xwe di nêvengek xerîb de hîs dikin. Dikevin cîhanek din. Guhertina hawîrdorê di wan de travmatîka bikêlî matmayî dihêle. Ji ber dengê balafir û topan her tim ditirsin û xwe dadayî dikin. Girî û rewşa şînî bandorek neyînî li ser zarokan dike. Êdî zarok bi hest û zimanekî din re hevrû dimînin. Em ji van hemû tiştan re dibin bersiv. Em dixwazin malbat jî bên. Hem zarok û hem jî malbat dikarin xwe îfade bikin. Zarok dubare dest bi kenên xwe dikin.”    MA / Selamî Aslan