Tenê jin lê dixebitin 2018-03-01 09:26:15 DÎLOK - Guler Erat ku li aşxaneya Morjîn Mûtfakê ya tenê jin wê bi rê ve dibin dixebite, got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin."  Guler Erat a ku li navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê aşxaneya bi navê Morjîn Mûtfakê vekir û tevî xebatkarên jin dixebite, got wê xwestiye hêza jinê nîşanî civakê bide. Erat, diyar kir ku wê bi Morjîn Mûtfakê xwestiye ji civakê re bêje jin ne muhtacî mêran e. Erat bi lêv kir ku dema jin bixwazin dikarin ji derheqê her tiştî derkevin. Erat destnîşan kir ku wan xwestiye di serdemek wisa de bi xwarinên xwe û rûkeniya xwe kêliyekê be jî mirovan kêfxweş bikin. Erat got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin."    TENÊ JIN DIXEBITIN    Erat got: "Tenê em jin dixebitin. Çimkî dema jin destê xwe bide çi, tiştekî cuda ye. Me xwest li gor cihên din ferqek me hebe. Me xwest em di tahma xwarinên dayikên wan de, çêjekê bidin mirovan. Em xwarinên xwe bi kêfxweşî çê dikin. Dirûşmeya me jî diyar e; 'Me bi evînî çê kir, bi evînî bixwin.'"    ‘JIN LI HER DERÎ NE, BILA MÊR HÎN BIBIN'    Erat, behsa bîranîneke xwe ya li bazara fêkî û zebzeyan kir: "Di vî karî de zebze û fêkî girîng in. Fêkî û zebzebên herî teze jî li halê tên peydakirin. Dema min nû dest bi kar kiribû, min ji marketê tişt dikirîn. Lê belê rojekê min got ka biçim halê. Dema çûm jî bi tena serê xwe çûm. Dema bi seyareyê ketim hundurê halê, mêr zoq li min nêrîn. Çimkî li halê tenê mêr hene. Wekî bi awirên xwe bêjin 'çi karê te li vir heye.' Bêyî guh bidim awirên wan, min zebze û fêkî kirîn û vegeriyam. Yanî êdî jin li her derî hene, divê êdî mêr hînî vê rewşê bibin."    ‘PÊDIVIYA ME BI MÊRAN TUNE YE'    Erat, destnîşan kir ku ew li welatekî ku feraseta mêr serdest e dijîn û sedema ku çima li aşxaneyê mêran andin xebitandin wiha vegot: "Em di nêvengeke ku mêr bi rihetî dikarin kar peyda bikin de dijîn. Lê jin li her qadê li paş tên hiştin. Ji ber vê min wekî hevalên xebatê jin tercîh kirin. Bêyî em muhtacî mêran bin dijîn."    MA / Muhammet Abdulkadir Esen