Derman li dermanxaneyan nabînin 2018-02-22 09:10:17 AMED - Sînan Îpek ê ku dayika wî nexweşa sîrozê ye 3 roje li hemû dermanxaneyan geriya derman ji bo dayika xwe nedît. Îpek îdia kir ku dermanfiroş li benda buhabûna dermanin, ji bo wê gelek derman nayên firotin. Sînan Îpek ê li Amedê dijî, 3 roje li gelek dermanxaneyan geriya ji bo dayika xwe Fatma Îpek (50) li tu derî derman peyda nekir. Îpek aşkera kir ku dayika wî ji sala 2005'an vir ve nexweşa sîrozê ye, gelek caran dermanê dayika xwe nikare bibîne.   ‘EM BÊ ÇARE LI BENDÊ NE’   Îpek destnîşan kir ku dermanên heyî nayên firotin, dermanfiroş li bendê dimînin ku derman buha bibe û wiha axivî: "Em her dem li ber deriyê dermanxaneyan radiwestin. Ei 3 rojan de dermanxaneya ku ez neçûmê nema, lê derman nayên dîtin."   Îpek anî ziman ku her dem buhayê dermanan zêde dibe, ne li ser sîgorteyê û ne jî bi berdêla pere dermana nikarin bibînin. Îpek, bi lêv kir ku 17 nexweşên sîrozê yê ku ew nas dike, bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne, got ku dayika wî li ber çavê wî dihele, lê tiştek ji destê wî nayê.   DERMANXANE: PIRSGIRÊK YA FÎRMAYAN E   Me der barê agahî ji dermanxaneyan girt, îdia kirin ku dermanê nexweşên sîrozê buha ye û derman bi sînorkirî tê ber destê wan û bi lez diqede. Dermanxaneyan aşkera kir ku ew li ser daxwazên nexweşaşn dermanan ji depoyên fîrmayan dixwazin, firotina derbanan jî di kontrola fîrmayan de ye. 4 dermanxaneyên ku me heman derman ji wan xwestin, heman bersiv dan û îdia kirin ku di destê wan de ev derman tune ne.