Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî 2018-02-17 09:29:26 AMED - Welatiyên gundê Gelî yê Çinarê ji ber Kana Keviran 900 metre nêzî gundê wan hatiye avakirin û zerarê dide wan bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku kan zerarê dide pira dirokî û jiyana wan.  900 metre li nêzî gundê Gelî ya navçeya Çinara Amedê li ser 26 doniman Kana Keviran ava dikin. Ji ber zerara kanê welatî bi hêrsin. Gundê ji 100 malan hatiye avakirin, piştî kana kevir hat wir pirsgirêkên wan jî dest pê kirin. Welatiyan diyar kirin ku ocaxa kevir dê av, zevî û derûdorê qirêj bike, dê ji ber dengê wê kes li gund nesekine. Welatiyan destnîşan kir ku maşîneyên kar zerarê didin Pireya Dîlawer a 600 salî û ev tişt gotin: "Di navbera 2011 û 2012'an de Miduryeta Herêmê ya 9'emîn Rêya Bejahî, bi 2 milyon TL'yî pire restore kir."   'DÊ TEQÎN MALÊ ME BIHEJÎNIN'   Ender Tarim da zanîn ku ji bo ocaxa kevir ava bikin, 2 hefte ye dest bi xebatê kirine, kesî der barê ocaxê de agahî nedaye gundiyan. Tarim diyar kir ku piştî stûnên ceryanê il gundên wan çikandine, wan fêm kiriye dê ocaxa kevr bê çêkirin, hemû gundî li dijî ocaxê derdikevin. Tarim got ku xebatên îro bi maşîneyen kar dewam dikin, dê di rojên pêş de teqîn jî pêk werin û wiha axivî: "Ocax gelek nêzî gund e. Ji ber wê teqînên li wir pêk bên dê malê me bilerizîne. Ji ber gemara ocaxê welatiyên gund aciz in."   'ZERAR DAN PIRA DÎROKÎ'   Tarim destnîşan kir ku maşînên kar ên ji bo ocaxê anîne, zerarê didin pira dîrokî û ev tişt got: "Pire gelekî teng e. Maşîneyên mezin derbas nabin. Ruxmê me bi dehan caran xebatkarên ocaxê hişyar kirin jî dîsa jî li ser pireyê re maşîneyan derbas dikin. Dîwarê pireyê rûxandin. Me agahî da cendiryeman, wan jî lêkolîn pêk anîn. Heke di demên pêş de ji bo kevir teqînan pêk bînin, dê zerarê bide pireyê."   'EM Ê NEÇARÎ SEWALÊN XWE BIFROŞIN'   Resul Altaş jî diyar kir ku ji ber gemara ocaxê dê sewal û qadên çandiniyê jî zerarê bibînin û wiha got: "Heke rewşek neyînî bi pêş keve, em neçar in 3 hezar sewalên xwe bifiroşin. Heke rayedar naxwazim em koç bikin, bila vê ocaxê bigirin."   'DÊ NEWALA ME QIRÊJ BIBE'   Îhsal Altaş derbirî ku wan xwestiye bi rayedarên fîramyê re hevdîtinê bikin, lê kesî nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: "Gundek bi xwezaya xwe re xwedî wate ye. 15 gund ji vê newal û avê sûdê digire. Lê ji ber ocaxê dê ev newal qirêj bibe."   Dema gundiyan der barê ocaxê de agahî dida ajansa me, li ser agahiya xebatkarên ocaxê, leşker û cerdevanên girêdayê Qereqola gundê Sîpyagê hatin qada ocaxê. Rayedarên cendirmeyan nehişt di nav sînorê ocaxê de dîmen bên kişandin û gundî kom bibin."