Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin 2018-01-28 17:18:25   AVENDA NÛÇEYAN - Spîkera TRT Haberê Tugba Dalkiliç, di weşana zindî de dema nûçe pêşkêş dikirin têkildarî operasyona li Çiyayê Burseya got: “Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi taybetî ji wir li ser gelê sivîl bombe dibarandin."    Operasyona TSK'ê ya li ser Efrînê di roja 9’an de berdewam dike. Agahî û nûçeyên ku TSK sivîlan dike hedef her ku diçe zêde belav dibin. Herî dawî Spîkera TRT Haberê dema nûçe pêşkêş dikirin di weşana zindî de diyar kir ku TSK li ser gelê sivîl bombe barandiye. Spîkerea TRT Haberê Tugba Dalkiliç, di weşana zindî de got: “Hêzên Çekdar ên Tirk bi taybetî ji wir li ser gelê sivîl bombe dibarandin. Êrîş dikir."  Dalkiliç wiha got: “Ji wir agahiyên germ bi were parve kirin. Ez dê niha ji were hemû agahiyên ku min germ germ ji nûçegîhana girt dîsa bi were parve bikim. Temaşevanên hêja. Nûçegîhanên me agahiyên pir girîng dan. Beriya niha Bulent Çulcuoglu li herêma ku şer lê heye got 'Niha ji vê nokteyê êrîş dikirin Hêzên Çekdar ên Tirk. Hêzên Çekdar ên Tirk bi taybetî ji destpêkê de em dibêjin nokteya stratejik Çiyayê Burseya. Ji ber vê yekê stratejîk e. Ji ber ku Hêzên Çekdar ên Tirk bi taybetî ji wê derê li ser gelên sivîl bombebaran dikir. Êrîş dikir."