IHRS: Rejîma Îranê fermana ‘lez bidin darvekirinan’ da dozgeran

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - IHRS’ê diyar kir ku rejîma Îranê hewl dide bi rêya cezayên darvekirinê tirsa li ser ser gel bidomîne û got: “Hewl dide bi rêya darvekirinan pêşiya serhildanên nû bigire. Ji bo vê jî ferman da dozgeran ku lez bidin darvekirinan.” 

 
Li Îranê zextên li ser gel her ku diçe girantir dibin. Her çend daneyên fermî neyên parvekirin jî, piştî Çînê welatê herî zêde welatî lê tên darvekirin Îran e. Bi taybet jî di sala 2025 û çaryeka sala 2026’an de gelek kes hatin darvekirin. Piştî Mucteba Xamaney li şûna bavê xwe Alî Xamaney bû lîderê Îranê, hejmara darvekirinan jî zêdetir bû. Li hêla din, berteka raya giştî ya li dijî darvekirinan jî roj bi roj zêdetir dibe. Dayikên Aştiyê yên Rojhilat, ji bo sekinandina cezayên darvekirinê bang dikin û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî bi çalakiyên cuda van darvekirinan protesto dike. 
 
Navenda Mafên Mirovan a Îranê (IHRS) ya li Îranê têkildarî mijarê xebatan dimeşîne, têkildarî darvekirinan û darizandinan agahî da ajansa me. 
 
NASNAMEYA 2 HEZAR Û 570 KESAN HATE TESBÎTKIRIN   
 
IHRS’ê diyar kir ku daneyên xwe dispêrin agahiyên malbatên girtî û yên hatine darvekirin. IHRS’ê, got: “Di çalakiyên seranserî welat de zêdetirî 3 hezar kes hatin qetilkirin. Ji van nasnameyên 2 hezar û 570’an hatin tespîtkirin. Karê belgekirinê didome. Bi deh hezaran kes hatin girtin. Girtina van kesan, nîşaneya binçavkirinên keyfî, astengkirina mafê darizandina adilane, pêşîlêgirtina parêzeran, îşkence û îtîrafên bi darê zorê ye. Bi taybet jî kesên di protestoyên Çileya 2026’an de hatin binçavkirin, ji hemû mafên zagonî bêpar hatin hiştin. Rejîm nahêle malbatên wan parêzerên taybet bigirin. Gelek caran parêzerên li dijî bersûc tevdigere peywirdar dike. Bûyerên windakirinê çêbûn. Binçavkirî demekî dirêj li navendên nepen hatin ragirtin û nehiştin bi malbatên xwe re biaxivin.” 
 
IHRS’ê, Mohammad Amin Biglari ku demekî dirêj binçavkirî ma weke mînak nîşan da û got: “Mohamma Amin, xwendekarê endezyariya computerê bû û li cem kuafor dixebitı. Di 8’ê Çileya 2026’an de hate girtin. Rewşa tenduristiyê ya bavê wî nebaş bû û sê hefteyan di depoyên Kahrîzakê de lê geriya û piştre di carekê de hîn bû ku li Girtîgeha Ghezel Hesarê ye. Sê meh piştî girtina xwe, di 5’ê Nîsanê de hate darvekirin. Vê lezê, hemû îxtîmalên temyîzê û parastinê ji holê rakir. Di bin îşkenceyê de îtîrafê pê didin kirin û bêyî destûra hevdîtina bi malbatê re hate darvekirin.” 
 
FERMAN DAN DOZGERAN KU LEZ BIDIN DARVEKIRINAN     
 
IHRS’ê, navên kesên di nava hefteyekê de hatine darvekirin aşkera kir û got: “Welatiyên bi navên Amirhossein Hatami (18), Shahin Vahedparast (19) û Ali Fahim (26) hefteya bihûrî di nava heman şertan de hatin darvekirin. 6 endamên Artêşa Mucahidên Gel di nava sê rojan de hatin darvekirin. Yek ji van matematîkzan Vahid Bani-Amerian, endezyarê ceyranê Pouya Ghobadi, hiqûqnas Babak Alipour, endezyarê grafîkê Mohammad Taghvi, endezyarê înşaetê Akbar Daneshvarkar, avahîsaz Abolhasan Montazer bûn. Ev kes xistin hucreyên yekkesî û piştre bêyî agahiya malbata wan hatin darvekirin. Girtîgeha Navendî ya Karajê piştî 2 hefteyan endezyarê înşaetê Hamed Validi û karkerê bi navê Mohammad Masoum-Shahi bi heman awayî darve kir. Ji 19’ê Adarê heta niha herî kêm 23 girtiyên siyasî hatin darvekirin. Serokê Meqama Darazê Gholam-Hossein Mohseni-Eje, ji bo civak di nava şoka heyî de bimîne û pêşîlêgirtina serhildanên nû, ferman da dozgeran ku lez bidin darvekirinan.” 
 
HEJMARA RAST ZÊDETIR E   
 
IHRS’ê, destnîşan kir ku binçavkirinên komî yên li navendên nepen, astengkirina pêwendiyên bi malbatan re û îşkenceya sîstematîk a piştî protestoyên di 28’ê Kanûna 2025’an de li Îranê destpêkirin de hatine kirin jî belge kirine û got: “ji bo astengkirina belgekirina van binpêkirinan, nêzî du mehan înternet bisînor kirin. Gelek kesên di Çileya 2026’an de hatine binçavkirin hêj di Girtîgeha Ghezel Hesarê di tecrîdê de ne. Ev rewş nîşan dide ku dixwazin bi rêya girtinan tirsê belav bikin û ji bo darvekirinan zemîna îtîrafan çêbikin. Ji ber nebûna înternetê peydakirina hinek reqeman zehmet e. Lê li gorî agahiyên ji qadê tên; di dema protestoyên meha Çileyê û dema piştre de zêdetirî 50 hezar kes hatin girtin. Me navên beşeke ji van belge kir. Lê hejmar gelek zêde ye.” 
 
'DARVEKIRIN BI TIRSÊ TÊ DOMANDIN’ 
 
IHRS’ê, daxuyand ku rejîm bi cezayên kuştinê hewl dide tirsa di nava gel de belav bike û wiha pê de çû: “Lewma bi taybet jî ciwanan hedef digire. Anku van darvekirinan weke ‘amûra kontrola navxweyî’ bi kar tîne. Bala raya giştî ya navneteweyî li ser pevçûnên derve ye. Ev jî xetereya binpêkirinên navxweyî zêde dike. Girtiyan weke dîlgirtiyan dibînin. Dîktatorî, ji bo nîşan bide muxalefet bi ‘kulma hesin’ tê eciqandin, girtiyan weke dîlgirtiyan bikar tîne. Gefên sîstematîk didomin. Gefa ‘heke hûn ji medyayê re biaxivin ev dê weke hevkariya bi dijmin re were nirxandin û rewşa xizmên we dê girantir bibe’ li malbatan dixwin. Rejîm, wê çerxa darvekrina didomîne. Ji ber ku şerê esasî di navbera rejîm û gel de ye. Ji ber potansiyela di protestoyên 1999, 2009, 2017, 2019, 2022 û 2026’an de, rejîm ditirse û bi hinceta ‘çalakiyên bi piştgiriya hêzên derve’ hewl dide zexta rewa nîşan bide. Bêdengî, ji ber tevliheviya jeopolîtîk û agahiyên kêm e.” 
 
'ZEXTÊ LI REJÎMÊ BIKIN KU HESABE BIDE’
 
IHRS’ê da zanîn ku hikûmetên rojavayê bi bedela petrol û îstîqrara herêmî di mijara mafên mirovan de tawîzan didin û wiha bi dawî kir: “Rêya bidawîkirina vê bêdengiyê, bihêzkirina van xebatên belgekirinê ya serbixwe ye. Rejîmeke ji bo hesabê sûcên xwe nede şer weke hincet bi kar tîne heye û nave ku bi vê rejîmê re pêwendiyên asayî bên danîn. Divê ev nêzikatî were bidawîkirin. Hikûmetên Ewropayê, divê hemû muzakere û têkiliyên bazirganiyê girêdayî başkirina mafên mirovan û rakirina cezayên darvekirinê bikin. Polîtîkaya haşkirinê dişibe polîtîkaya xweyîkirina tîmsehî. Çiqas were xweyîkirin ewqas li ser herêm û cîhanê bêewletiyê ava dike. Dev ji xweyîkirina tîmsehî berdin û rejîmê bidin zorê ku hesabê bide. Konsolosxaneyên weke navenên teror û radîkalîzmê tên bikaranîn, bigirin. Bila Artêşa Muhafizên Şoreşê bixin lîsteya reş a terorê.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî