Li Îranê metirsiya darvekirinê li ser 4 girtiyan heye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Çar girtiyên siyasî yên li hucreyên yek kesî yên li Girtîgeha Qizilhesarê têne ragirtin, bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.
 
Rejîma Îranê tevî şerê li dijî DYA û Îsraîlê jî navber nedaye darvekirinan. Li gorî medyaya rojhilatê Kurdistanê, çar girtiyên siyasî yên bi navê Seîd Masurî, Loqman Emîn Pur, Meysem Dêhbanzade û Sipêhr Îmam Cume ên li Girtîgeha Qizilhesar ya li Kerecê di hucreyên yek kesî de têne ragirtin, metirsiya darvekirinê li ser wan heye. Heman çavkaniyan ragihand ku rewşa wan girtiyan nediyare û ev yek jî fikarên li ser tenduristî û ewlekariya wan zêde dike.
 
Hêjayî gotinê ye tê gotin piştî her 4 girtiyan dijî darvekirinan nerazîbûn nîşan dane, veguhestine hûcreyên yek kesî.